Topa hawanê avêtin gundê Eloka Rojava

Topa hawanê avêtin gundê Eloka Rojava

Li Serêkaniyê şerê di navbera komên çete yên çekdar û hêzên YPG’ê de berfireh dibe. Li aliyê din hate gotin ku topek hawanê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye avêtin li rex gundê Eloka Rojava ya binxetê ketiye.

Komên çete yên çekdar ku di demjimêrên derdora 14.00’an de dîsa êrîşî bajêr kiribûn, rastî berxwedana YPG’ê hatin. Komên çete ji Taxa Mehetê ku di 8’ê Mijdarê de lê bicîh bibûn, taxên Xiraba û Hawarna gulebaran dikin. Di şerê ku hêzên YPG’ê berxwedanek tund nîşan didin de, di navbera Mehetê û Xiraba de tetîk kêşekî komên çete hate kuştin. Hate ragihandin ku şer li vê herêmê gur bûye, lê li cihên din ên bajêr jî belav dibe.

Li aliyê din hate gotin ku, topek hawanê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye avêtin, li rex gundê Eloka Rojava ya binxetê ketiye, lê derbarê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.