Tola Kobanê û encamên wê-Analîz
Çeteyên DAIŞ'ê yên bi pêngava YPG/YPJ'ê re derbên giran xwarin, bi telqînên Erdogan re li Kobanê komkujiyeke mezin kirin, ku rê li ber encamên giran vekir.
Çeteyên DAIŞ'ê yên bi pêngava YPG/YPJ'ê re derbên giran xwarin, bi telqînên Erdogan re li Kobanê komkujiyeke mezin kirin, ku rê li ber encamên giran vekir.
Çeteyên DAIŞ'ê yên bi pêngava YPG/YPJ'ê re derbên giran xwarin, bi telqînên Erdogan re li Kobanê komkujiyeke mezin kirin, ku rê li ber encamên giran vekir. Di vê komkujiya dema paşîvê hat kirin de zarok, extiyar û jin bi qelêşî û xayîntî hatin qetilkirin.
Hemû aliyên vê komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya piştî daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Erdogan ê hedef nîşan dida rû da, hînê zelal nebûne. Pirsên 'çete ji ku hatin', 'kê alîkarî dan van çeteyan' bê guman divê werin nîqaşkirin û ronîkirin. YPG û saziyên siyasî yên Rojava dibêjin ku wan jî hînê ev mijar zelal nekirine.
Bi demê re wê were dîtin ku YPG û Rojava, wê helwesteke çawa nîşanî çeteyên ev komkujiya li dijî mirovahiyê kirine û hêzên li pişt van çeteyan, bidin.
Der barê armanc, sedem, wext û wateya vê qirkirina li Kobanê ya heman piştî serketina Girê Spî û Ayn Îsa qewimî de, em ê balê bikişînin ser çend nuqteyan.
YPG'ê di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya di 6'ê Gulanê de ji Serêkaniyê destpê kir de, Girê Spî û Ayn Îsa rizgar kir, serketineke mezin bi dest xist û xwe nêzî deriyên Reqayê kir. Yê herî zêde li ber vê ket jî delweta Tirk û Erdogan bû.
Erdogan bi kampanyayên derew û reşkirinê re hewl da serketina YPG'ê bê qîmet nîşan bide û pêşî li komkujiyeke girseyî ya bi destê çeteyan bê kirin, veke. Ji xwe çeteyan jî li Kobanê bersiv dan Erdogan. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî hemû nirxên mirovahiyê, ol, ziman, nîjad, çand û hemû nirxên exlaqî dikin. Vê rêxistina çete, xayîn û li derveyî mirovahiyê, di meha Remezanê de di dema paşîvê de li Kobanê bi dehan mirov qetil kir.
BI HÊRSA TOLHILDANÊ ÊRÎŞÎ KOBANÊ KIRIN
Gotinek pêşiyana heye; ne yê kiriye, bala xwe bide yê dide kirin. Erdogan ê ku di her firsendê de bi awayekî rehet di ser tevgera Kurd de neyartiya xwe ya li Rojava nîşan dide, herî dawî piştî serketina YPG'ê ya li Til Ebyadê, bi kampanyayên reşkirinê re êrîşî Rojava û YPG'ê kir û bi gotina 'YPG ji DAIŞ'ê xeteretir e' meyl û armanca xwe raxist pêş çavan.
Ji ber vê yekê kengî YPG'ê derb li çeteyan xist, Erdogan tengav bû. Erdogan ê dît serketina dîrokî ya YPG'ê dawî li karên wî yên qirêj tîne, ji ber kampanyayên xwe yên nefret, nîjadperest û faşîst, bû sedema komkujiya li Kobanê.
Her ku YPG'ê derb li çeteyan xist, azadiya gelên li Rojava berfireh bû, moral û motîvasyon bi pêş ket. Lê belê Erdogan û AKP ên li bendê ne çeteyên DAIŞ'ê li Rojava û Kobanê bi ser bikeve, di her serketina YPG'ê de neyatiya xwe veneşartin û êrîşa li hemberî YPG, Rojava û nirxên Kurdistanî zêde kir. Erdogan di her axaftina xwe de li dijî Kurdan gotinên faşîzan bikar tîne û banga tolhildanê dike. Êrîşa çeteyan a li Kobanê, encamek ji vê tolhildanê ye. Ev komkujî cihê xwe ne di nava şer, ne di nava mirovahiyê ne jî di nava exlaqê de heye. Bi tenê dikare bi tolhildanê were vegotin.
KURD WÊ LI DIJÎ TOLHILDANÊ BERXWEDANA XWE MEZIN BIKIN
YPG weke nirxê hevpar ê gelên Kurd, Ereb, Asûrî û hemû gelên mezlûm, bi derfetên kêm nirxên mirovahiyê serbilind kir û bi berxwedanê xwe gihand roja îro. Bi hêza ji nirxên mirovahiyê werdigire re xwe gihand roja îro. Her êrîşa dijmin, bi xurtkirina têkoşînê re bersivand. Ji niha ve nayê zanîn ku wê bersiveke çawa li komkujiya li Kobanê were dayîn. Lê belê tê zanîn ku YPG li her cihê nirxên mirovahiyê rastî êrîşê tê, berxwedanê mezin dike. Aşkara ye ku piştî vê êrîşê wê bi xurtkirina têkoşînê re bersiv ji çeteyên DAIŞ'ê û Erdogan re bê dayîn.
YPG'ê bi serketinên mezin ên Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo re, destketiyên mezin ên ji bo Sûriyeyeke demokratîk û Rojavayeke azad derxist holê. Hêzên ku azadiya gelên Rojava weke dawiya armancên xwe yê qirêj dibînin, bi komkujiyan re wê nikaribe pêşî li meşa azadiyê bigirin.
Bersiva herî watedar a li cangoriyên Kobanê jî, mezintkirina berxwedanê ye. Armanca têkoşîna hilanîna tola cangoriyên Kobanê, wê Reqa be yan Cerablûs be, ev ê bi demê re diyar bibe.