Komîteya Herêma Rojhilata Navîn a TKP/ML, di daxuyaniya xwe ya ji bo bîranîna Ivana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da de got, "Ivana Hoffmann, mîna gula sor a enternasyonalîzmê Barbara Anna Kîstler a beriya niha bi salan ji ALP ên Swîsreyê berê xwe da çiyayên Dêrsimê û şehîd ket, da dû şopa wê û li Rojava di şerê li dijî zaliman de şehîd ket."
Komîteya Herêma Rojhilata Navîn a TKP/ML daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku şoreşgera enternasyonalîst Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a li welatê neteweya Kurd a mazlûm Rojava jiyana xwe ji dest da, namire.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevala Ivana Hoffmann a li hemberî çeteya talanê û mêtîngeriyê ya rêbirên emperyalîst DAIŞ'ê têkoşiya û şehîd ket, rûmeta me û nirxê me yê şoreşgerî ye."
Komîteya Herêma Rojhilata Navîn a TKP/ML diyar kir ku zalim û mêtînger wê her tim winda bikin, mazlûm û bindest bi têkoşînê re wê her tim azad bibin û got, "Ivana Hoffmann, mîna gula sor a enternasyonalîzmê Barbara Anna Kîstler a beriya niha bi salan ji ALP ên Swîsreyê berê xwe da çiyayên Dêrsimê û şehîd ket, da dû şopa wê û li Rojava di şerê li dijî zaliman de şehîd ket."
Komîteyê da zanîn ku Ivana Hoffmann mîna Arîn Mîrxan, Sîbel Bûlût, Kader Ortakaya û gelek şervanên YPJ'ê bedena xwe diyarî rêya azadiyê kir, cihê xwe di asta nemiran de bi rûmetdarî girtiye û got, "Wê di bîranînên şoreşgerî yên hiş û wijdanê gelên mazlûm de her tim bijî."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, di kesayetiya Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin û 5 şervanên TÎKKO yên li Dêrsimê şehîd ketin, em hemû şehîdên rêya azadiyê, şervanên jinên YPJ'ê û xwişka xwe Ivana Hoffmann bi rêzdarî bibîr tînin."