TJK-E: Ocalan dikare krîz û kaosê bi dawî bike, divê hevdîtin çêbibe

TJK-E bal kişand ku Ocalan dikare krîz û kaosê bi dawî bike, xwest derhal li Îmraliyê hevdîtin çêbibe.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) têkîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ji ber agahî ji Ocalan nayê girtin nerazîbûn hate nîşandan, hate destnîşankirin ku daxuyaniyên dewleta Tirk wê fikaran bi dawî neke.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku piştî hewldana darbeyê têkîldarî tenduristî û ewlehiya Ocalan fikar gihiştine lûtkeyê, ev hatin gotin;

“Saziyên berpirsiyar ên mîna KE û CPT’ê bêdeng in. Lê ev sazî xwedî maf û berpirsiyarî ne ku dikarin bê destûrê serdana Îmraliyê bikin. Ji ber CPT’e xwedî li wezîfe û berpirsiyariyên xwe dernakeve, li ber çavê gelê Kurd hevkarê vî sûcî ye.”

‘JINÊN KURD BI SAYA OCALAN TÊGIHIŞTIN’

TJK-E destnîşan kir ku azadiya gelekî ku bê dudilî canê xwe datîne holê, bi azadiya Ocalan re bûye yek û wiha dewam kir; “Ev îrade jî herî zêde di jinên Kurd de xwe daye der. Ji ber ku bi saya tespîta Ocalan a ‘jin azad nebe civak azad nabe’ jinên Kurd di qada siyasî, civakî de guhertinên şoreşî dîtine, bi xweparastina li dijî rêxistina herî xwînrij a sedsala 21’emîn DAÎŞ’ê jî bûne rûyê ronahî yên Rojhilata Navîn. Me wek jinên Kurd, hebûna xwe ya di qadên xweparastin, dîplomasî bi saya Ocalan bi dest xist, pêş xist. Lewre jî em garantiya xwe di tenduristî û ewlehiya Ocalan de dibînin. Lewre jî em di her çalakiyan de hebûn, em ê hebin jî.”

DAXWAZ

TJK-E destnîşan kir ku derketina ji kaos û krîza ji Tirkiyeyê bi însiyatîfa Ocalan gengaz e, di dawiya daxuyaniyê de ev gotin;

“Rêya yekemîn garantîkirina tenduristî û ewlehiya Ocalan e. Em wek jinên Kurd ji bo mafê hevdîtinê bi cih were em ê her tim di nav çalakiyan de bin. Li her qadên ku em lê em daxwaza azadiya Rêbertiya xwe bikin. Di vê mijarê de em bendewar in ku di serî de YE, tevahî raya giştî li beramberî daxwazên gel û jinên Kurd hestiyar bin.

DAXWAZÊN ME YÊN BINGEHÎN;

Divê CPT demildest biçe Îmraliyê û encaman bi raya giştî re parve bike,

Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiyeyê taloq kiriye, bikeve meriyetê,

Di serî de Îmrali, pêwîst e tevahî girtiyên siyasî sûdê ji mafên xwe yên bingehîn wergirtin,

Ji bo astengiya li pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran bê rakirin, pêwîst e hiqûqa navneteweyî demildest bikeve dewrê.”