Tirkiyeyê tişta hêvî dikir ji komên çete negirt!

Tirkiyeyê tişta hêvî dikir ji komên çete negirt!

Komên çete yên çekdar li Serêkaniyê li hemberî hêzên YPG’ê nikarin pêş ve biçin û gelek windahiyan didin. Heta niha 5 cenazeyên êrîşkaran ketine destê YPG’ê û 3 wesayîtên wan jî hatin şewitandin. Hate zanîn ku rayedarên Tirkiyeyê bi gotinên, “Me evqas alîkarî daye we, çima heta niha bajar di destê YPG’ê de ye. Heke wisa biçe em ê bi we re şer bikin” ev kom tehdît kirine.

Li Serêkaniyê şerê di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de didome. Komên çete li hemberî berxwedana tund a YPG’ê nikarin pêş bikevin û gelek windahiyan didin. Hate ragihandin ku heta niha 5 cenazeyên komên êrîşkar ketine destê YPG’ê, 3 wesayîtên wan jî hatine şewitandin. Her wiha hate gotin ku 4 cenazeyên wan jî birine Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya serxetê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komên çete ku nekarîn pêş bikevin, xwestin ku ji aliyekî din ê bakûrê Kurdistanê bi alîkariya Tirkiyeyê bikevin bajêr, lê ketin kemîna hêzên YPG’ê. Di şerê li vir de êrîşkaran windahî dan û paşve reviyan wî aliyê sînor. Lê hejmara windahiyan nehat zanîn.

Hate ragihandin ku piştî van êrîşan hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê jî bi top û hawanan êrîşî Serêkaniyê kirine. Li bajarê ku şer hîn didome, komên çekdar xwe nêzî sînor dikin.

Di şerê îro qewimî de endamekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû.

Hate hînbûn ku rayedarên Tirkiyeyê ev komên çete bi gotinên wekî, “Me hemû alîkarî daye we, çima heta niha bajar di destê YPG’ê ye, heke wisa bidome, em ê şerê we bikin” tehdît kirine, lewre ev kom jî bi hemû hêza xwe êrîş dikin.

Di vê navberê de hate hînbûn ku di nava van komên çete yên bi navê Guraba El Şam û Cebhet El Nasra de komên kurd ên wekî Şems El Huriye ya girêdayî Partiya Teyar El Musteqbel jî hene.

Fermandariya Tugaya Şehîd Abid a YPG’ê jî diyar kir ku di destê wan de gelek dîmenên van koman ku têkiliyên wan û Tirkiyeyê her wiha komên kurdan nîşan didin hene. Fermandariyê destnîşan kir ku ew ê sibe van dîmenan bi raya giştî re parve bikin.