Li Şirnexê, berxwedana li dijî terora dewleta Tirk di roja 36. de ye. Piştî sê avahiyên li taxa Îsmetpaşayê bi teqînê hatin rûxandin, duh êvarê jî li taxa Bahçelîevlerê li avahiyeke nêzî avahiya berê ya midûriyeta polîsan û mala polîsan, ku tîmên taybet ketibûn hundirê wê, teqînekê rû da.
CENAZE RAKIRIN FERMANDARIYA JENDERMEYAN
Li gorî agahiyên ji taxê hatin wergirtin, di binê xirbeyê avahiya ku aliyekî wê hilweşiya de, gelek tîmên taybet mirin û birîndar bûn. Tevî ku hejmara kuştî û birîndaran hînê nehatiye zelalkirn jî, duh bi gelek ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor.
Li heman taxê, danê êvarê di şer de jî 3 tîmên taybet hatin kuştin. Piştre topbarana bi obusan destpê kir û heta danê sibehê dewam kir. Ji ber topbaranê şewat bi gelek xaniyan ket.
ŞERÊ DIJWAR DEWAM DIKE
Li bajêr şerekî dijwar li gelek taxan diqewime. Hêzên dewleta Tirk obusan davêjin taxen Yenî, Dîcle, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Gazîpaşa. Di navbera hêzên rejîma Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de li van taxan şerekî giran diqewime.
Liv û tevgera helîkopter û balafirên keşfê yên bêmirov ên li ser bajêr dewam dike.