Timê taybet ê ku li Şirnexê birîndar bibû mir
Timê taybet ê di çalakiya hêzên YPS û YPS-JIN’ê de birîndar bibû, mir.
Timê taybet ê di çalakiya hêzên YPS û YPS-JIN’ê de birîndar bibû, mir.
Li Şirnexê li hember êrîşên dijwar berxwedan di roja 33. de dewam dike. Hêzên YPS û YPS-JIN’ê li hember wesayîteke zirxî çalakiyek li dar xistin. Di saet 19:00’ê şevê de li hember wesayîta zirxî ya li ser Rêya Ahmet Yesevî çalakiyek bi roketan hate lidarxistin.
Di çalakiyê de 1 jê giran 4 timên taybet rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hate ragihandin ku timê taybet ê bi giranî birîndar bibû mir.
Li aliyê din bomberdûmanên li ser bajar berdewam dike. Çeteyên Qesrê bi tank, obus û topan taxên Yenî, Bahçelîevler û Îsmetpaşayê bomberdûman dikin, bi çekên A-4 yên ku li ser wesayîtên zirxî jî taxên berxwedanê bê navber didin ber guleyan.