Tîmê taybet ê ku li Nisêbînê birîndar bibû, mir
Polîsê tîmê taybet Kurşat Înan ê ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi giranî birîndar bibû û li GATA’yê tedawî didît, îro mir.
Polîsê tîmê taybet Kurşat Înan ê ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi giranî birîndar bibû û li GATA’yê tedawî didît, îro mir.
Polîsê tîmê taybet Kurşat Înan ê di çalakiya hêzên YPS û YPS-JIN’ê ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê de bi giranî birîndar bibû û li GATA’yê tedawî didît, mir.
Li aliyê din êrîş û şer ev mehek e didome. Li ser taxên Kişla û Zeynelabîdînê jî êrîş bi dijwarî berdewam dikin. Taxên berxwedanê yên Firat, Dîcle, Abdûlkadîrpaşa û Yenîşehîrê ji aliyê wesayîtên zirxî ve têne gulebarandin.