Şîna gêrîlayê HPG’ê Denktaş bigirseyî tê ziyaret kirin

Şîna gêrîlayê HPG’ê Denktaş bigirseyî tê ziyaret kirin

Mala şînê ya li Dîlokê ji bo gêrîla Hasan Denktaş ku di pevçûna li bejahiya Bazîda Agiriyê jiyana xwe ji dest dabû, bi sedan kes diçin ziyaret dikin.

Gêrîlayê HPG’ê Hasan Denktaş ku di pevçûna 9’ê Cotmehê li bejahiya navçeya Bazîda Agiriyê jiyana xwe ji dest dabû û li goristan navçeya Pirsûsê ya Rihayê li gel cêwiyê wî gêrîlayê HPG’ê Huseyîn Denktaş hate veşartin li Dîlokê ji bo gêrîla Hasan mala şînê ya hate vekirin bisedan welatî ziyaret dikin.

Di nav de Parlementerê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, Serokê BDP’a Rihayê Mehmet Çîçek, Serokê BDP’a Pirsûsê Mehmet Kayhan, Cigira Şaredarê Pirsûsê Hulya Demîr, rêveberên bajar û navçeyê jî heyî gelek kes li ber deriyê avahiya Rêxistina BDP’ê ya Pirsûsê kombûn û bi karwanekî qelebalix ji bo serdana şînê ber bi Dîlokê ketin rê. Karwana ku ji aliyê malbata gêrîla Denktaş ve hate pêşwazî kirin, bi meşekî kurt sloganên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” hatin avêtin.

Li vir Parlementerê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî axaftinek kir û sersaxiya malbatê û gelê Kurd xwest. Bînîcî destnîşan kir ku, malbata Denktaş di nava mehekê de du ewladên xwe qurbanî vî şerî kirin û ev yek qet tiştekî hêsan jî nîne û wiha berdewam kir: “Êdî em dibêjin bese, bila dayîk negirîn, mirovên me nemirin. Her roj xwîn diherike, yekem berpirsê vê hikumeta AKP’ê ye. Kurdistana ku li çarparçeyan belavkirine, li ser her parçeyekê zilm tê kirin û xwîna Kurdan dirijin. Li ti deverek ya cîhanê nehatiye dîtin ku gelekî hêjmara şêniya xwe 40 milyon nekare bizimanê zikmakî biaxive û perwerdeyê bibîne. Ev zilm û zilmkirinekî pir mezine. Dilê xwe de jî misilmanin ev welatane, kanê misilmantiya we.”