Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Basil Evdila Zêdan (Hisên) krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Basil Evdila Zêdan dema li bajarê Qamişlo peywîra xwe ya parastina bajêr dikir, krîza dil derbas kir. Zêdan ku ji aliyê hevalên wî ve birin nexweşxaneyê, li gel hemû mudaxeleyan jî, jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Zêdan îro saet 12.00’an dê li pêşiya Mizgefta Hecî Mirad bê girtin û li Goristan Şehîd Delil a li TaXa Enteriyê bispêrin axê.