Şêniyên Serêkaniyê vedigerin malên xwe

Şêniyên Serêkaniyê vedigerin malên xwe

Li Serêkaniyê piştî agirbesta hate ilankirin û komên çekdar ji nava bajêr derketin, şêniyên bajêr ên ji ber pevçûnan ji bajêr derketibûn, vedigerin malên xwe. YPG’ê jî tedbîrên xwe zêde kirin.

Li Serêkaniyê piştî şerê 5 rojan ê di navbera komên çete û hêzên YPG’ê de, komên behsa mijarê di 23’yê Sermawezê de daxwaza agirbestê kirin. YPG’ê jî bi şertên, “Bila komên çekdar ji bajêr derkevin û ji bo birêvebirina bajêr ji hemû netewên li bajêr meclîsek bê avakirin” daxwaza agirbestê qebul kir.

Li ser vê yekê di 24’ê Sermawezê de di navbera YPG’ê û heyetek ji van koman hemuyan hatiye avakirin hevdîtinan destpê kir û YPG’ê herdu şertên xwe dubare kirin. Her wiha li ser guhertina kesên dîl hatine girtin jî di hevdîtina de hate rawestandin.

Di dema hevdîtinan de komên çekdar xwe paşve kişandin sînorê Bakûrê Kurdistanê, lê di 25’ê Sermawezê de hinek rayedarên Tirkiyeyê dibin navê rojnamevanan de hatine Serêkaniyê û bi komên çekdar re hevdîtin pêk anîn. Li gorî agahiyan rayaderên tirkan ji van koman xwestine ku dîsa li dijî YPG’ê şer bikin û beramberî vê jî di serî de çek çi bixwazin dê bidinê. Li gorî agahiyan komên çekdar ev daxwaz qebûl nekir. Li aliyê din ji bo guhertina kesên dîl hatine girtin, hate gotin komên çekdar beramberî esîran çekên xwe yên hatine desteserkirin jî xwestine, lê YPG’ê qebûl nekiriye.

Piştî van geşedanan, komên çekdar ên ji derveyî bajêr hatibûn, bi temamî ji bajêr derketin. Hate hînbûn ku komek biçûk ên çekdar ku ji şêniyên Serêkaniyê pêk tên maye, lê ev jî yên ku şer dikin nîn e.

SIVÎL VEDIGERIN

Piştî ku komên çekdar derketin derveyî bajêr, şêniyên bajêr ku ji ber pevçûnan neçar mabûn ji bajêr derkevin, hêdî hêdî vedigerin malên xwe. Welatî, li taxên xwe paqijiya derdorê dikin û tiştên xwe yên ji aliyê komên çekdar ve hatine belavkirin, komî serhev dikin. Li aliyê din YPG jî tedbîrên xwe yên ewlehiyê zêde dike.