Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî di greva birçîbûnê de ye

Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî di greva birçîbûnê de ye

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor a ji aliyê girtiyên di girtîgehên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin ket roja 37’emîn. Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî di girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir.

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger ya ji 12’ê Îlonê ve li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê hatiye destpêkirin, berdewam dike. Şaredarê Wanê Bekîr Kaya yê ku di Girtîgeha Tîpa F a Wanê de tê ragirtin jî dest bi greva birçîbûnê kir.

Li gorî agahiyên Kaya dane, tevî Kaya, Serokê berê yê BDP’ya Wanê Cuneyt Caniş, Şaredarê Edremîtê Abdulkerîm Sayan ku di 7’ê hezîranê de di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de hatin girtin, ji 15 Cotmehê ve dest bi greva birçîbûnê kirine.