Li Amedê di serdegirtina male de Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak hate binçavkirin.
Di çarçoveya operayonên navend Mêrdîn, Êlih û Sêrtê, di ser mala Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak ya li semta Dîclekent ya Amedê de girtin. Piştî li malê lêgerîn pêkanîn, bi hinceta ku lêdigerin Sadak binçavkirin. Dema ku ji malê derdixistin Sadak bertek nîşanî pêkanîna binçavkirinê da û da diyarkirin ku, ew dê stoyê xwe li hemberî van pêkûtiyan netewînin. Piştre Sadak xistin wesayîta polîsan û birin Midûriyeta Polîsan ya Amedê. Çav lê ye Sadak bibin Sêrtê.
Dema ku nûçegihanê DÎHA’yê Bîlal Gulden nûçe dişopand rastî astengiya polîsan hat. Polîsên ku çente, kamera û makîneya wêneyan lêgerîn pêkanîn û pirsên weke “Tu li vir çi dikî? Kê tu şandî vir? jê pirsîn.
Li aliyê din hate ragihandin ku, di avahiyên Rêxistina BDP’ê ya bajar û şaredariyê lêgerîn didomin, her wiha hate diyarkirin ku, di çarçoveya operasyonê de Hevserokê berê yê BDP’a Sêrtê Siracettîn Kayran jî hatiye binçavkirin.
Di demjimêrên serê sibehê di ser mala endama Lijneya Rêveber ya Komeleya Akademiya Jinan ya Amedê Mulkiye Ormanci jî de girtin. Hate ragihandin ku, piştî serdegirtinê Ormanci hatiye binçavkirin.