Şaredarê Eganîsê Keser xistin hucreya yek kesî

Şaredarê Eganîsê Keser xistin hucreya yek kesî

Şaredarê Eganîsê Veysel Keser ku di operasyona di bin navê KCK'ê de pêk hat û hate girtin, xistin hucreya yek kesî.

Şaredarê Eganîsê Veysî Seker 26'ê mijdarê di operasyona bi navê KCK'ê ku li dijî Şaredariya Wan, Eganîs, buroyên DÎHA, Azadiya Welat û gelek saziyên din de pêk hat, li gel gelek siyasetmedarên Kurd hate binçavkirin û girtin. Veysel Keser piştî hate girtin xistin hucreya yek kesî. Keser bi rêya malbatê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku, ew xistine hucreya yek kesî, pênûs û kaxezê jî nadin wî. Keser da zanîn ku, pêkanînên li ser wî keyfî û li dijî zagonanin.