Şandeya Îtalî: Grevên birçîbûnê bûyereke mezin a siyasî ye

Şandeya Îtalî: Grevên birçîbûnê bûyereke mezin a siyasî ye

Şandeya ku ji Lijneyên civaka sivîl a Îtalyayê pêk dihat der barê pêvajoya siyasî de KCD ziyaret kir. Li ser navê şandeyê Olîverî axivî û grevên birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê nirxand û got “ev geşedaneke mezin a siyasî ye”.

Heyeta îtalyan, ji aliyê parlamenera BDP’ê ya Amedê Emîne Aynda, endamê meclisa Daîmî ya KCD’ê Seydî Firat û Endamê Koordînasyona KCD’ê Ferîdun Çelîk ve hat pêşwazî kirin.

Li ser navê heyetê Antonîo Olîverî axivî û der barê xebat û serdana xwe ya Tikriyeyê de agahî da. Berdevkê heyetê diyar kir ku 120 girtî ji bo xwe weke malbata destebira diyar kirine û destnîşan kir ku bi MEYADER’ê re di çarçoveya xebatê de li ser perwerdehiya 100 zarokên keç yên zarokên malbatên şehîd û girtiyan rawestiyane.

Olîverî destnîşan kir ku daxwaza wan ew e ku bi şaredarî, sazî û komleyên bajarên kurd re pirê ava bikin û wiha got: “Tenê bi gotinan nabe, divê hin tiştên şênber bên kirin. Em bê navber tên Kurdistanê, ev gerên me ne turîstîkin. Em ji bo tiştên şênber pêk were tên vir.”

Olîverî bal kişand ser operasyonên di bin navê KCK’ê de tên kirin û wiha got: “Em li vir tevlî danişînên KCK’ê bûn. Em niha ji bo grevênbirçîbûnê li vir in. Dema em hatin grev bi dawî bibûn. Ji ber ku wendahî çênebû em gelek kêfxweş in. Ev geşedaneke siyasî ya mezin e.”

Ferîdun Çelîk jî da zanîn ku serdana wan gelek girîng e û wiha got: “Li herêma me bi salan êş hate kişandin. Bi taybet ji bo çareseriya pirsgirêka kurd xebatên mezin hatin meşandin. Lê ev xebat her tim rastî êrîşan hatin. Hêjî daxwazên gelê kurd nehatine cih. Tirkiye polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê didomîne.”

Çelîk der barê grevan de jî agahî da şandeya Îtalî û diyar kir ku girtiyan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bedena xwe dan ber mirinê , lê mixabin hikûmet hêj di neçareseriyê de israr dike.

Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.