Tevgera hewayî ya artêşa Tirk a li qadên gerîla dewam dike

Hêzên Parastina Gel (HPG) da xuyakirin, ku tevgera pêgerên hewayî yên bê mirov û balafirên şer ên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûye.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê; "di 10'ê Adarê saet di navbera 12:00 - 17:00 de pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk li herêma Xakurkê keşif kirine.

Tevgera keşfê di 10'ê Adarê saet di navbera 06:00 - 16:00 de li qada Avaşînê, saet di navbera 07:30 - 18:30 de li herêma Zapê û xeta sînor, di 10 û 11'ê Adarê saet di navbera 19:00 - 02:00 de jî li herêma Metîna dewam kiriye.

Di 9 û 10'ê Adarê de pêgerên hewayî yên bê mirov ên herêma Gabarê keşif kirin. Li heman herêmê di 10'ê Adarê saet di nabera 18:00 - 19:00 de balafirên şer tev geriyan. Heman rojê saet di navbera 14:00 - 14:30 de li herêma Zapê, saet di navbera 18:00 - 19:00 de jî herêma Heftanînê tevgera balafirên şer hat tespîtkirin.

Li aliyê din, di 10'ê Adarê saet di navbera 19:30 - 20:00 de ji qereqola Girê Şivan a li sînorê Heftanînê, artêşa Tirk bi obus û hawanan Tepê Keçel bombebaran kir."