Tevgera Hemwelatiyên Azad 1'mîn Konferansa xwe li dar xist

Tevgera Hemwelatiyên Azad 1'mîn Konferansa xwe li dar xist

Li Başûrê Kurdistanê li navçeya Ranya ya Silêmaniyê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan 1’mîn Konferansa xwe li dar xist.

Konferansa Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan bi beşdarbûna 67 endam û 30 mêvan, dayîkên aştiyê 2 endamên PYD’ê gelek kesayetên navdar û mamostayên navçeya Ranya pêk hat. Konferans bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo giyanê hemû kesên di têkoşina azadî u aştiyê de jiyana xwe ji dest dan destpêkir. Axiftina vekirina konferansê ji aliyê endamê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan Serdar Sitar ve hate kirin. Serdar di axaftina xwe wiha got; “Heya niha desthilatên Herêma Federal ya Kurdistanê tu astengiyek ji bo me çênekiriye. Em êrîşên li hemberî xaka Kurdistanê tên kirin şermezar dikîn. Hêza Operasyona Dîcle kû serokwezîrê Iraqê Malikî wê hêzê wek metirsiyekê û gefek ji bo gelê Kurd dide pêş. Em spasiyê ji rêkxistina CHAK'ê dikin. Bi hewildanên xwe Enfal wek tevkujiyê bi Parlementoya Swêdê daye nasandin."

Sitar di dawiya axaftina xwe de girîngiya yekbûna Kurdên her çar parçeyan anî ziman û wiha berdewam kir;” Gelê Ranya li cenazeyê Şehîd Harûn Parisa xwedî derket. Parisa bi eslê xwe ji bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, li navçeya Qelqeliya Wanê jiyana xwe ji dest daye. Li Başûrê Kurdistanê hatiye spartina axê. Ev jî tê wê wateyê kû êdî tu ciyewazi di navbera Kurdên her çar parçeyan de nemaye û êdî gelê Kurd bûye yek.“

Piştre ji bo diwanê 3 kes hatin hilbijartin. Destpêkê ji aliyê Şemal Silêman ve rêziknameya Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan hate xwendin. Piştre ji bo rêvebirina hilbijartinê komîsyonek ku ji 5 kesan pêktê hate hilbijartin. Ji bo rêveberiya Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan ya Ranya 16 kesan xwe pêşniyar kir. Di hilbijartinan de 66 delegeyan dengên xwe bikaranîn. Di encama dengdayînê de ji 16 kesan 9 kes ji bo rêvebertiyê hatin hilbijartin.

Di dawiya konferansê de Selman Koçer ku yek ji wan kesên ji bo rêveberiyê hatibûn hilbijartin , ji beşdarvanan re axivî . Koçer di axaftina xwe de ji bo yên ku di hilbijartinê de hatî pejirandin û nehatî pejirandin hemû kesên kû beşdarî konferansê bûyî re spasiya da nîşakirin û ji hemû kesî re serkeftin xwest.