Tevgera Asûrî piştî Dêrikê li Tirbespiyê navenda xwe vekir

Tevgera Asûrî piştî Dêrikê li Tirbespiyê navenda xwe vekir

Li Tirbesipiyê bi beşdariya saziyên sivîl û hemû tevger û partiyên siyasî navenda Tevgera Asûrî ya Demokratîk hate vekirin.

Tevgera Asûrî ya Demokratîk ku di sala 1957’an de hatiye damezirandin û ji bo mafên welatiyên keldan, asûrî û suryaniyan têkoşînê dide, li bajarê Tirbespiyê navenda xwe vekir.

Di vekirinê de nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî û gelek kes amade bûn. Di axaftinên ku hatin kirin de, vekirina navendê li hemû welatiyên keldan, asûrî û suryanî hate pîrozkirin.