TEV-DEM ji aliyên Kurd li benda daxuyaniyê ye

TEV-DEM ji aliyên Kurd li benda daxuyaniyê ye

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek der barê belgeya “veşarî” ya ku der barê civîna tê gotin ku di 2’yê îlonê de bi beşdariya rayedarên Tirk, DYA û Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê hatiye lidarxistin, de da û diyar kir ku ger ev belge e rast be, tê wateya li dijî ewlekariya yekitiya gelê Kurd û xwest ku aliyên Kurd ên ku tê gotin beşdarî vê civînê bûne, vê yekê aşkere bikin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê belgeya “veşartî” ya ku tê gotin ya civîna 2’yê Îlona 2012 de li Hewlêrê bi beşdariya nunerên Tirk, DYA, Îsraîl, Başûrê Kurdistanê û hin partiyên Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye, de daxuyaniyek da û ji aliyên Kurd ên ku tê gotin beşdarî vê civînê bûne xwest ku vê rewşê zelal bikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li ser hin xalên li dijî yekitiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê lihevkirin çêbûye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li bi taybet li dijî PYD’yê qala wergirtin alîkariya leşkerî û aborî tê kirin û hat bibîrxistin ku PYD di Desteya Bilind de xwedî rolek girîng e.

Di daxuyaniyê de hat ji aliyên Kurdan ên ku tê îdîakirin ku beşdarî civînê bûne, hate xwestin ku vê rewşê aşkere bikin û got ku ji ber ku tiştên di belgeyê de cih digirin ger rast bin ziyanê didin ewlekarî û yekitiya gelê Kurd. TEV-DEMê diyar kir ku tevî hin aliyên Kurdan ev belge derewandin, lê heta niha hin aliyan ku navên wan di belgeyê de hene der barê mijarê de tu daxuyanî nedane.