TEV-DEM: Hemû hewldanên me ji bo avakirina netewa demokratîk e

TEV-DEM: Hemû hewldanên me ji bo avakirina netewa demokratîk e

TEV-DEM’ê civîna xwe ya asayî li dar xist. Di civîna ku li ser geşedanên dawî û bi taybetî êrîşên li ser kurdan hate rawestîn de, gelek biryar jî hatin girtin. Di encamnameya civînê de hate gotin ku TEV-DEM hemû xebata xwe ji bo avakirina netew û welatekî demokratîk dimeşîne.

Desteya Rêvebir a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) civîna xwe ya asayî li dar xist. Encamnameya civînê di malpera fermî ya TEV-DEM’ê de hate weşandin.

Li gorî nûçeya hatiye weşandin, di civînê de pêşketinên dawî yên li ser Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, her wiha destwerdanên dewletan hatiye rawestin. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku bûyerên dawî yên li Heleb û Efrînê ku bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan hatine nirxandin û hate gotin ku ev êrîş ji bo şikandina vîna gelê kurd hatine pêkanîn û mumkun e ev êrîş bidomin.

Di civîna ku li ser pêwîstiya tedbîran hate rawestîn de, pêwistiya xwedîderketina Desteya Bilind jî hate nîqaşkirin. Dîsa ji bo serkeftinê li ser danustendina bi derdorên din re jî hate rawestîn.

Di civînê de li ser êrîşên komên çete yên li Heleb û Efrînê jî hate rawestîn û ev tişt hatin nîqaşkirin: “Ji bo pêkanîna proje û planên dijminên ku dixwazin kurdan bixin bin kontrola xwe, tu êrîşên bi vî awayî nayên qebûlkirin. Di heman demê de li ser nêzîkahiyên li ser partiyan ku bêdeng mane û ji berpirsyariyê reviyane jî hatiye rawestîn. Hinek ji van partiyan jî bi armanca veşartina têkiliyên xwe yên bi hinek dewletan, bi taybetî dewleta Tirkiyeyê ku bi şeklekî hevbeş ji bo têkbirina yekîtiya kurdan dixebite re, hemleyên reşkirinê li dijî tevgera me dan destpêkirin.

Di civînê de li ser hemleya zimanê kurdî ya ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve hatiye destpêkirin jî hate rawestîn. Hate gotin ku ev hemle di çarçoveya têkoşîna demokratîk a rewa de hatiye nirxandin, SZK ku fêkiyê vê têkoşîna bi ked û îradeya gel derketiye hole ye.

Di civînê de ji bo pêşerojê jî bername hate derxistin. Li gorî vê yekê, dê karên saziyan bêne xurtkirin, her wiha karên Desteya Bilind bêne xurtkirin. Dîsa ji bo avakarin meclîsa hevbeş a kurdî ya ji aliyê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumenî Niştimanî kurd li Surî (ENKS) ve jî xebat bên meşandin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku li gel xebatên TEV-DEM’ê jî ENKS ji bo aktifkirina komîteyên Desteya Bilind tu xebat ne meşandine. Di civînê de ji MGRK’ê jî hate xwestin ku bi ENKS’ê re di nava diyalogê de be.

Di civînê de li ser girîngiya biratiya gelên Sûriyeyê jî hate rawestîn û hate gotin TEV-DEM li ser vê mijarê bi hesasî radiweste û li ser esasê avakirina netewek demokratîk a ji gelên kurd, ermenî, ereb, asurî, Turkmen, keldanî pêk tê radiweste. Hate gotin hemû hedefa TEV-DEM’ê ji bo avakirina welatekî demokratîk e.