Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) diyar kir ku li pişt êrîşên li Serêkaniyê Tirkiye heye û bi plan hatine pêkanîn. TEV-DEM êrîş bi tundî şermezar kirin û xwest ku li Serêkaniyê ji hemû netewan komîtiyek hevbeş bê avakirin, her wiha ji gel jî xwest ku li dijî êrîşan helwesta xwe nîşan bide.
Piştî êrîşa komên çete, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Serêkaniyê komên çete beriya meşa girseyî ya Desteya Bilind a Kurd êrîşî alên asayîşa sivîl kirine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Serokê Meclîsa Gel a Bajêr Abid Xelîl xwestiye ji van koman re bêje meşa gel a sivîl û demokratîk heye, lê van çeteyan gule barandine û di encamê de Xelîl 2 gule ji serê xwe, yek jî ji singa xwe xwar û şehît ketiye, her wiha 5 endamên asayîşê jî birîndar bûne.
'PLANA TIRIYEYÊ YE'
Di daxuyaniyê de bal tê kişandin ku TEV-DEM van êrîşan wekî perçeyek plana Tirkiyeyê dibîne û ev tişt hatin gotin: "Ev êrîşek plankirî ye û hêzên dixwazin li pêşiya îradeya gelê me û Desteya Bilind bibin kelem pêk aniye. Desteyê xwest meşekê lidar bixe û ji gel bixwaze ku vegerin malên xwe. Bi vê meşê re dê gel vegeribaya bajarê xwe û ev kom jî dê ji neçarî ji bajêr derketibana." Di daxuyaniyê de ji gel hate xwestin ku li dijî van êrîşan bisekine û piştgiriya YPG'ê bikin û wiha hate gotin: "Ji ber ku YPG maf û bajarên kurdan diparêze.
TEV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de pêşniyar kir ku li Serêkaniyê ji hemû netew û eşîrên wekî kurd, ereb, suryanî, asurî komîteyek hevbeş bê avakirin.
Di dawiya daxuyaniyê de êrîş bi tundî hatin şermezarkirin. Her wiha ji malbata Abid Xelîl û gelê kurd sersaxî, ji birîndaran jî şifa hate xwestin û wiha hat gotin: "Em bawerin ku dê gelê me li dijî van êrîşan raneweste û şoreşa xwe heta dawiyê berdewam bike."