Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê hewldanên rêjîma Tirk û komên çete yên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek da û bang li gelê Bakûrê Kurdistanê kir ku destûrê nedin ku ji Bakûrê Kurdistanê êrîşê Rojava bikin
Di di daxuyaniya nivîskî ya ku duh ji liyê TEV-DEMê ve hate dayin de bang li gelê Bakûrê Kurdistanê hate kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku komên çete di çarçoveya plana rêjîma Tirk ya dagirkirina Rojavayê Kurdistanê de, doh bi tan û çekên giran hewl dane derbasî bajarê Serêkaniyê bibin. Di daxuyaniyê de weha tê gotin:
"Komên çete yên binavê "Xûraba El Şam" û "Eniya Nesra" ji bo herêmên me veguherînin qadên şer û bajarên me wêran bikin li gorî daxwazên dewleta Tirk tevdigerin. Li hemberî vê tevgera dagirkeran divê hemû gelê me li Rojavayê Kurdistanê xwedî li Serêkaniyê derkeve û destek bide berxwedana YPG."
Desteya Rêveber a TEV-DEM bajarê Serêkaniya weke vîn û rûmeta gelê Rojava binav kir û bang li gelê Kurd yê Bakurê Kurdistanê kir da ku bi taybet li bajarên Riha û Mêrdînê li pêşiya êrîşên komên çete bibe asteng..