TEV-DEM: Bila komên çekdar ji Serêkaniyê derbikevin

TEV-DEM: Bila komên çekdar ji Serêkaniyê derbikevin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), diyar kir ku ketina komên çekdar a Serêkaniyê li dijî îradeya gelên bajêr ku ji kurd, ereb, ermenî, suryanî û çaçanan pêk tê ye û komên çekdar xwest ji bo ku bajêr nekeve rewşek bi êş, ji cihê ketinê derkevin. TEV-DEM’ê ji gel jî xwest cihê xwe bernedin, ger ku neçar bibin jî, bila biçin bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê. Bang li YPG’ê jî hate kirin ku tedbîrên pêwîst bigire.

Desteya Birêvebir a TEV-DEM’ê, derbarê ketina Serêkaniyê ya Artêşa Azad û bûyerên îro li bajêr qewimîne de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di saetên serê sihebê de komên çekdar ên ku navê Artêşa Azat lixwe dikin derbasî Serêkaniyê bûne û li aliyê bajêr ê Mebruka di navbera van koman hêzên rejîmê de pevçûn derketine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku vê pevçûnê rê li vekiriye ku hinek komên din ên çekdar ji aliyê Tirkiyeyê ve di Deriyê Sînor ê Serêkaniyê re derbasî bajêr bibin, bi vê yekê re pevçûn zêde bûne û wiha hate gotin: “Di encama van pevçûnan de endamekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û gelek şêniyên bajêr jî birîndar bûn. Vê yekê rewşek bi tirs ava kir.”

‘JI BERÊ DE AMADEKARIYÊN KOÇBERIYÊ KIRINE’

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku piştî van bûyeran koçberiya komî ya ber bi sînorê Tirkiyeyê ve çêbûye, lê Tirkiyeyê ji berê de amadekariyê vê yekê kirine û ev tişt hatin gotin: “Ambulans hatibûn amadekirin, têlên sînor hatibûn rakirinin û mayin jî hatine paqijkirin.”

‘ÊRÎŞ LI DIJÎ ÎRADEYA GELAN E’

Li ser armanca hewldana komên çekdar jî di daxuyaniyê de hate gotin ku tiştên van komên çekdar ên ji sînor derbas bûne kirine, li dijî îradeya şêniyên bajêr ên ji kurd, ermenî, ereb, suryanî û çaçanan pêk tê ye. Daxuyanî wiha dom kir: “Ev şer û pevçûn dê ji hêzên ku bi giştî dijminahiya gelên Suriyê û bi taybetî jî dijminahiya gelê kurd dikin re xizmetê bikin. Bi taybeti jî dê xizmeta Tirkiyeyê bike.”

‘HÊZÊN NAVNETEWÎ DI NAVA HEWLDANAN DE NE’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku TEV-DEM temsîla aliyekî çalak a şoreşa aştiyane dike û mîsoger kiriye ku ew perçeyek şoreşa gelên Suriyeyê yên daxwaza azadî û rûmetê dikin e, lê hinek hêz ji vê yekê aciz in û wiha hate domandin: “Tevgera me her wiha bi aliyê din ê muxalefeta ku ji bo hilweşandina rejîma dîktator têkoşînê dike re di nava têkiliyê de ye. Lê sekna tevgera me li xweşiya gelek hêzên navnetewî û herêmî neçû. Lewre ji bo ku şer bê herêmên kurdan ku bûne herêmên aramî û miletê suriyê yê ji ber pevçûnan koçber bûye lê bicîh bûye, di nava hewldanan de ne.”

‘BILA GEL NEÇE KAMPÊN TIRKIYEYÊ’

Di daxuyaniyê de bang li gel jî hate kirin ku hemû tedbîrên xwe bigire û alîkariya YPG’ê bikin. Her wiha ji gel hate xwestin ku ji bajarê xwe dernekeve û neçin qampên ku Tirkiyeyê amade kirine, ger ku mecbûr bin, bila biçin bajarên din ên kurdan ên Rojavayê Kurdistanê.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li YPG’ê jî hate kirin ku rola xwe ya tê xwestin bi cîh bîne û gelê xwe biparêz e, her wiha ji bo parastina gel tedbîrên pêwîst bigire. Dîsa bang li komên çekdar jî hate kirin ku ji herêmê ketinê derkevin da ku bajêr nekeve rewşek bi êş.