Li navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê polîsên AKP’ê di ser gelek malan de girtin û 20 kes binçavkirin.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Geverê şevê din li taxên Orman, Esentepe û Yenî di ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de Cîhan Demîr, Fettah Bor, Devran Bor, Mustafa Tekîn, Emrah Tekîn, Emrah Edîş, Ferhat Terzîoglu, Mehmet Tekîn, Muhammet Aslan, Oktay Varol, Tajdîn Ozdemîr, Tekîn Torsun, Vahît Sakar, Vedat Canan û Zafer Dara hatin binçavkirin. 15 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Navçeyê. Sedema binçavkirinan nehate zanîn.
LI ŞEMZÎNANÊ JÎ 5 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Şemzînanê jî di 20'ê mijdarê de polîsan li taxa Moda di ser mala Sabrî Yaman de girt. Di serdagirtinê de Feyaz Yaman, Mahsun Çapa, Bariş Ozturk û 2 kesên navê wan nehate zanîn hatin binçavkirin. 5 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Şemzînan. 5 kes bi îdîaya dê tevlî HPG'ê bibin hatin binçavkirin.