Li navenda Şirnexê polîsên Tirk bi ser malan de girtin û di encamê de 23 kes hatin binçavkirin. Tiştên hatin desteserkirin ên wek telefonê destan, kartên sîmê û kincên wan weke delîlên “suc” hatin nîşandan.
Walîtiya Şirnexê diyar kir ku di encama operasyona bi koordîneya Serdozgeriya Komarê ya bajêr pêk hat de 23 kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di navbera dîrokên 18 û 21ê mijdarê polîsan bi ser gelek malan de girtin û di encamê de 23 kes girtin binçavan. Tiştên hatin desteserkirin ên wek telefonê destan, kartên sîmê û kincên wan weke delîlên “suc” hatin nîşandan.