Tekîn: Yên li jêrzemînan bûn agir, wê dagikeran bişewitînin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Bozan Tekîn destnîşan kir, berxwedana Cizîrê ji bo gelê Kurd mîladek e û got, "Di dîroka Kurdan de êdî serdema berî û piştî Cizîrê heye."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Bozan Tekîn destnîşan kir, berxwedana Cizîrê ji bo gelê Kurd mîladek e û got, "Di dîroka Kurdan de êdî serdema berî û piştî Cizîrê heye."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Bozan Tekîn destnîşan kir, berxwedana Cizîrê ji bo gelê Kurd mîladek e û got, "Di dîroka Kurdan de êdî serdema berî û piştî Cizîrê heye."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Bozan Tekîn bû mêvanê bernameya Çira Welat a li Çira TV hat weşandin û mijarên di rojevê de nirxand.
Tekîn di destpêka axaftina xwe de şehîdên xwerêveberiyê bibîr anî û da zanîn, Newroza 2016'an bi rengekî cuda hatiye pîrozkirin û peyameke cuda hatiye dayîn. Tekîn bibîr xist, ku Newrozê beriya niha bi giranî bi daxwaza çareseriya bi rêbazên diyalog û muzakereyê dihat pîrozkirin û got, "Peyamên Serok Apo hebûn. Gelê me di vê çarçoveyê de Newroz pîroz dikir. Newroza îsal cuda bû. Peyama 'Em ê bi berxwedaneke mezin re pirsgirêka Kurd çareser bikin. Em ê ji kesî tiştekî hêvî nekin. Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin' hat dayîn."
'LI CIZÎRÊ DESTANEK DERKET HOLÊ'
Tekîn wehşeta li zîndana Amedê bibîr xist û bal kişand ser berxwedana mezin a di şexsê Mazlûm Dogan de li hemberî vê wehşetê hat nîşandan. Tekîn destnîşan kir, ku li Cizîrê jî rewşeke bi heman rengî derketiye holê. Tekîn diyar kir, dagirkeran xwestine gelekî tine bikin, teslîm bigirin, bibînin mirovên birîndar ên li wan avahiyan e ala teslîmiyetê rakin, lê ev pêk nehatiye û got, "Her yek ji wan bûn gokek ji agir. Ew şewitandin, lê belê hemû bûn goka ji agir. Ew agir wê dagirkeran bişewitîne. Ew agir wê bi tenê li jêrzemînên Cizîra Botan nemîne. Divê dewleta Tirk a dagirker û her kes vê baş zanibe. Ew ê bibînin, bê çawa ew mirovên li jêrzemînan bedena wan hatin şewitandin, bi çi rengî dagirkeran bişewitînin."
SERDEMA BERÎ Û PIŞTÎ CIZÎRÊ
Tekîn da xuyakirin, ku êdî ji bo gelê Kurd serdema berî û piştî Cizîrê heye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Kî gazin û giliyan bike ew xayin e. Kî gazinan bike ew koleyê dewleta Tirk a dagirker e. Kî nerazîbûna me ya tolhildanê rexne bike, ew xayintiyê dike. Êdî bes e, Kurd û Kurdistanî, yên li derveyî welat dijîn wê li hemberî van xayinan helwestê nîşan bidin. Şoreşgerên gelê Tiriyeyê jî wê li hemberî vê zilm û zordariyê bisekinin. Dema hilbijartina rêya navberê, birina bi vir de û wir de, êdî qediya ye. Ref diyar bûye. Li hemberî Kurdan û Kurdistanê Hîtlerek heye û li dijî Hîtler jî berxwedan tê meşandin."
'DIVÊ BARZANÎ LÊBORÎNÊ JI GELÊ BAKURÊ KURDISTANÊ BIXWAZE'
Tekîn daxuyaniyên lîderê PDK'ê Mesûd Barzanî jî rexne kir û got, "Li Cizîrê hovîtî hat kirin, li hemberî vê berxwedan hat nîşandan. Lê ji rêveberiya PDK'ê yek bi tenê ranebû û naxivî. Kengî li hemberî dewleta Tirk a dagirker, di dilê wan de li Enqereyê çalakiya tolhildanê ya mezin hat lidarxistin, hingî rabûn ev çalakî şermear kirin. Ev reaksiyona neteweyî nîne. Ev yek tê wê wateyê ku li hemberî berxwedana gelê me cihê xwe di nava refên dewleta Tirk de girtiye. Ji vê saetê û pê ve bila kes ji bo Mesûd Barzanî nebêje 'Kurd e, Kurdan temsîl dike'. Ew Kurdekî çawa ye ku li Bakurê Kurdistanê bi dehan mirov tên şewitandin, lê gotinek ji devê wî dernakeve. Ew çi Kurd e, ew lîderekî çawa ye? Ev yek a bê qebûlkirin nîne. Tiştekî di bin navê Kurdîtiyê de were qebûlkirin nîne. Tu li pêşberî zilma dewleta Tirk a dagirker bêdeng ma, qet nebe li pêşberî tolhildana me jî bêdeng bima. Di vir de tercîh û daxwazek heye. Êdî PDK'ê qedera xwe bi dewleta Tirk a dagirker ve girê daye. Hebin wê bi hev re hebin, nebin jî wê bi hev re nebin. Divê Mesûd Barzanî derhal dest ji vê helwestê berde û yekser lêborînê ji gelê Bakurê Kurdistanê, lêborînê ji gelê Cizîra Botan bixwaze."
'CIVAKA ÊZIDÎ JÎ ÊDÎ JI BARZANÎ BAWER NAKE'
Bozan Tekîn bal kişand ser daxuyaniyên li ser hebûna gerîlayên HPG'ê ya li Şengalê û bibîr xist, ku li hemberî civaka Êzidî xiyanetek hat kirin. Tekîn da xuyakirin, ku hînê bi hezaran mirov di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne û got, "Rûmeta me binpê kirin. Me nikarîbûn vê qebûl bikin. Eger ji me hevaleke/î bi tenê jî mabûya ew ê biçûya Şengalê û civaka Êzidî biparasta. Ji xwe parast jî. Hevalên me çûn wê derê, li cem gel cih girtin, gel parastin û berxwedaneke mezin nîşan dan. Di azadkirina şengalê de bi qasî 30 hevalên me şehîd ketin. Gelo qet rêzê nîşanî van şehîdan nade? Ev çi nêzîkatî ye? Hêrs û daxwaza desthilatdarbûyînê çavê hin kesan sor kiriye. Yanî dibêje, 'her tişt a min e, divê ez li wir bim'. Civaka Êzidî êdî bi te bawer nake. Di pêngava azadkirina Şengalê de tu rabû te got, 'li wê derê bi tenê pêşmerge heye'. Ev gotin, şermeke gelekî mezin bû. Ez daxuyaniyên bi vî rengî rast nabînim. Ti pêwendiya van daxuyaniyan bi rastiyê re nîne. Her wiha bi dewleta Tirk a dagirker re konsepta şer meşandin. Ji ber vê yekê naxwaze gerîla li wir be, tehemûlî vê nake. Bi vê munasebetê ez serketina Şengalê pîroz dikim. Hevalan silav dikim û şehîdên Şîlo bi minetdariyeke mezin bibîr tînim."
'FEDERALÎZM PARADÎGMAYA SEROK APO YE'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Bozan Tekîn li ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê jî destnîşan kir, ku Federasyona Bakurê Sûriyeyê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Tekîn got, "Li hemberî netewe dewlet a telgan tine dike, baweriyan tine dike û her tiştî dike yek ziman, yek reng, yek al, yek çand, Serok Apo felsefeya neteweya demokratîk afirand. Ya ku Rojava tê avakirin wê lig elemperiya Sûriyeyê belav bibe. Gelê li Rojhilata Navîn ji mejiyê netewe dewletê gelekî kişand û hînê dikişîne. Çareyek ji vê rewşê re divê û ew çare jî ev e. Em di wê baweriyê de ne ku gelên Ereb, Suryanî, Ermenî û Tirkmen wê vê rewşê erê bikin. Destpêk xurt bû û bi d3ıtina me wê mezintir bibe. Ji bo Konferansa Cenevre-3 nûnerên Kurdan nehatinv exwendin. Gelên Tirkmen, Suryanî û Ereb dan xuyakirin ku biryara wan federalîzm e. Bi xwe ava dikin."
'DIVÊ HER KES BERÊ XWE BIDE AMARAYÊ'
Tekîn herî dawî bang li her kesî kir ku di 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de berê xwe bidin Amarayê. Tekîn diyar kir, 4'ê Nîsanê ne tenê rojbûna Ocalan e, di şexsê Ocalan de rojbûna gelê Kurd e.