TEDAŞ’ê av li ser gundê Suryanî birî

Li gundê Înwardo yê Mîdyadê bi hinceta ku gundiyan deynê ceyrana xwe nedane gundî bê av hiştin. Gundê Suryanî yê ji 20 malan pêk tê, niha ji serdavê ku sed sal berê hatine çêkirin û ava baranê ya têde kom bûye hewcedariyên xwe dibînin.

Li gundê Înwardo ya navçeya Mîdyad a Mêrdînê bi hinceta ku gundiyan deynê ceyrana xwe nedane gundî bê av hiştin. Gundê Suryanî yê ji 20 malan pêk tê, niha ji serdavên ku sed sal berê hatine çêkirin û ava baranê ya têde kom bûye hewcedariyên xwe dibînin.

Li gundê Înwardo yê navçeya Mîdyada Mêrdînê ku yek ji gundê herî kevn e û wek qada sît jî tê qebûlkirin, mirov bi mehane ji ber ku TEDAŞ’ê ava wan biriye, serdavên ku berê hatine çêkirin niha ji nû ve vedikin. Gundê Înwardo ku gundê navendî yê herêma Turabdîn e û wek navenda pîro ya civaka Suryanî tê qebûlkirin, di nava mexdurên TEDAŞ’ê de cihê xwe girt.

Suryanî Reşo Aydin yê 91 salî da zanîn ku piştî ava wan hatiye birîn neçar mane ku serdavên ku sedan sal berê hatine vedan ji nû ve vekin û TEDAŞ’ê ew mexdur kirine. Aydin da zanîn TEDAŞ’ê ji ber 45 hezar deyn ava wan birîye û wiha berdewam kir: “Gundê Înwardo gundê me ye lê di demên dawî de Misilman jî lê bicih bûn û sê malbatên Suryanî û 20 jî Misilman hene. Yên Suryanî ji xwe kal û pîr in. Em her roj nekarin ji Mîdyadê avê bînin. Berê nêzî 250 malbatên Suryanî li vir dijiyan, hewcedariya avê jî me ji serdavan pêk dianîn. Niha em hewcedariya xwe bi ava baranê ya di serdavan de kom bûye pêk tînin. Ji bo min nave pirsgirêk e. Lê ciwan vê avê nekarin vexwin. Mafê TEDAŞ’ê tune ku me bê av bihêle. Niha li bajaran li gorî pîvana bikaranîna avê pere tê girtin. Lê li gundan ne wisa ye. Fatureya tê hemû  malbat wek hev didin. Em ji ber vê yekê deynê avê nadin.“

Gule Akbulut jî got ku bi satilan ji serdavan avê dikişîne. Akbulut da zanîn ku Suryaniyên gund terk kirin ji bo dîsa vegerin malên modern ava kirin û got: “Mixabin Suryaniyan welatê xwe terk kirin û çûn Ewropayê. Ti kes nekare bêje Suryanî ji ber xizaniyê Turabdîn terk kirine. Ji ber zilm, zext û komkujiyê me ciwanên xwe şandin Ewropayê. Lê niha zarokên me dixwazin vegerin xaka xwe. Xanî tên çêkirin. Hêdî hêdî tên. Lê niha TEDAŞ’ê ava me birî. Lê niha kes nekare li mala xwe serê xwe bişo. Bê av ti tiştek nayê kirin.”