Taxên Cûmhûriyet û Gungor ên Geverê tên bombekirin
Çeteyên Qesrê piştî di têketina taxên Cûmhûriyet û Gungorê de têk çûn vê carê jî tax dan ber bombeyan. Li asîmanên navçeyê tevgera balafirên şer û helîkopteran hene.

Hêzên dewletê yên nikarin li taxên navçeya Gever a Colemêrgê berxwedana YPS û YPS-Jinê bişkînin ji danê êvarî ve ji nû ve dest bi bombekirina taxan kirin. Hêzên dewletê din ava rojê de 3 caran hewl da bikeve taxên Cûmhûriyet û Gungorê. Lê ev hewldanan rastî bersivdayina berxwedanên YPS û YPS-Jinê hate. Li ser vê ji tankên ku li ser rêya Şemzînanê hatine bicihkirin, ji Fermandariya Alaya Navçeyê, ji Tabûra Efeler li ser taxan obus, hewan û top tên barandin. Her wiha ji wesayîtên zirxî jî tax tên gulebarandin.
Li dijî bomberdûmana giran a çeteyên Qesrê berxwedana hêzên YPS û YPS-Jinê didome.
Li ser navenda navçeyê, gundê Vezîrava yê qedexeya kolanan di roja 5. de dewam dike û li ser gundikê Çîmenliyê bi awayekî zêde tevgera helîkopter û pêgerên hewayî yên keşfê hene, ji saet 22.00’an ve balafirên şer ên Tirk li ser qadên Oremar, Avaşîn, Garê, Zap, Xakûrkê û Bêzelê dest bi tevgerê kirin. Tevgera balafirên şer dewam dike, têkîldarî bê ka bombe kiriye an na, ti agahî nehatin bidestxistin.