Taxa Meşhûra Tehtanî hate rizgarkirin

Şervanên YPG/YPJ’ê taxa Meşhûra Tehtanî û girê wê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Şervanên YPG/YPJ’ê taxa Meşhûra Tehtanî û girê wê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Li gorî agahiyên ji eniyên şer ragihandine, şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Fermandar Rûbar de saet di 11.00’an de taxa Meşhûra Jêrîn û girê taxê ya li başûr rojhilatê Girê Spî ji rizgar kirin. Dîsa nûçegihanan destnîşan kirin ku hêzên YPG’ê yên kantonên Cizîrê û Kobanê nêzî hev bûne û hindik mane li ser rêya Reqa bigihêjin hev.

Şervanên YPG’ê şevê din piştî ku Çemê Cellab derbas kirin û pira li ser çem û girê li dora bajar bi dest xistin, ji aliyê rojhilat û başûr ve ketin navenda Til Ebyadê. îro ji ji saetên sibê ve ketin taxa Meşhûra a jorîn a li rojhilat û taxa Meşhûra Tehtanî ya li başûr rojhilat û di navbera wan û çeteyan pevçûn derketin.