Talabanî bersiv da nameya AKP'ê: Divê destek ji PKK'ê re bê dayîn

Derket holê, hikûmeta Tirk ji rêveberiya YNK'ê re nameyek şandiye û destek jê xwestiye. Seroka Koma YNK'ê ya li Parlamenta Iraqê Ala Talabanî da xuyakirin, ku name ji wan re hatiye şandin.

Seroka Koma YNK'ê ya li Parlamenta Iraqê Ala Talabanî diyar kir, Tirkiyeyê ji YNK'ê xwestiye, li dijî gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê li cem dewletê cih bigire.

Ala Talabanî bi rêya hesabê xwe yê facebookê peyamek weşand û da zanîn, ku Tirkiyeyê bi rêya nameyekê ji YNK'ê xwestiye, li cem dewleta Tirk cih bigire. Talabanî got, "Rêveberiya Tirkiyeyê nameyek ji rêveberiya YNK'ê re şand û ji YNK'ê xwest, destekê nede xwişk û birayên xwe yên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê. Dewletê her wiha ji me xwest, ku li dijî xwişk û birayên me yên li Bakur, li eniya Tirkiyeyê cih bigirin."

Talabanî di dewama daxuyaniya xwe de bang li rêveberî û alîgirên YNK'ê kir û got, "Hêviya min ji rêveber û alîgirên YNK'ê ew e, ku li dijî zext û zordariya dewleta Tirk derkevin û vê daxwaza dewleta Tirk bi tundî red bikin. Ji ber ku stratejiya bingehîn a YNK'ê ew e; li ku dibe bila bibe destekkirina gelê Kurd e."

DIVÊ DESTEK JI PKK'Ê RE WERE DAYÎN

Seroka Koma YNK'ê ya li Parlamenta Iraqê Ala Talabanî di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Pêwîste çalakiyên partiyên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê, bi taybetî yên PKK'ê werin destekkirin."