Tahîr Elçî, di salvegera qetilkirina xwe de li Amedê hate bîranîn

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, di salvegera qetilkirina xwe de hate bîranîn.

Bi boneya 1’emîn salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku li navçeya Sûrê a Amedê di 28’ê Mijdara 2015’an de,di çarçoveya bernameya bîranînê de bi nîşandana belgefilemk û dengbêjiyê hate lidarxistin.

Di bernameya ku ji aliyê Navenda Çandê û Ciwanan a Cigerxwîn ve hate lidarxistin, li gel malbata Elçî, parlementerên HDP’ê û CHP’ê, gelek parêzerên ku endamên Baroya Amedê, nûnerên dezgehên civaka sivîl ên li bajêr û gel beşdar bûn. Bername di salona ku wêneyên Elçî bilind kirin de, bi destpê kirina Axaftina Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen ve hate destpêkir.

Piştî axaftina Ozmen hevjîna Elçî Tûrkan Elçî axivî û wiha got: “Qetilkirin Tahîr Elçî mîladeke, piştî qetilkirina wî me tenê rojekî bi aram jî derbas nekir. Piştî çûyîna wî bajarek bi erdêre kirin yek. Tahîr Elçî yek ji wan kesên ku xem û êşa mirinên temenên ciwan, rondikên çavên zarokan û rûnîkirina kuştiyên kiryarên wan ne diyar ji dil hîs dikir û dikişand. Her tim digot: ‘Her ku diçe bûyerên ku li Helebê tên jiyîn, em dijîn.’ Mixabin ji bo ragihandina bûyerên ku dihatin jiyîn bi tenê ma.”

Hevjîna Elçî diyar kir ku sekna daxwaza hiqûqê ya Tahîr Elçî hinek kes êşandin û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê bi senaryoyên qirêj ew qetil kir. Ji ber vê yekê qetilkirinek wisa kirin ku kiryarên wê neyên diyarkirin. Bi qetilkirina Tahîr Elçî re xwestin ku dermanê bêhêvîtiyê bidin vexwarin. Piştî çûyîna wî li gorî min destpêkê kepenk li çavê me piştre jî li zimanê me xistin.”

Di bîranînê de parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî axaftinek kir.

Serokê Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Racî Bîlîcî jî diyar kir ku weke parêzvanên mafê mirovan di demên wisa de pir zoriyan dikişînin.

Bîlîcî wiha anî ziman: “Ji ber ku Tahîr Elçî di vê rêyê de bi biryar meşiya hate qetilkirin. Ji beriya Elçî gelek hevalên wî birin lê dîsa negihiştin armancên xwe. Yên ku Tahîr Elçî jî qetilkirin nagihêjin armnacên xwe. Hevalên li pişt wî tên wê bi teqez faîlên wî eşkere bikin.”

Parlementerên HDP’ê Ziya Pîr, Dogû Guneydogu, Serokê Federasyona Komeleyên Karsazan û Pîşesaziyê (DOGUNSÎAD) Şah Îsmaîl Bedîrhanoglû û Endamê Desteya Rêvberiya Navendî ya MAZLÛM-DER Reha Gûhavîoglû jî sersaxî ji malbata Elçî re xwestin.

Piştî axaftinan dengbêj Mahmût, piştî qetilkirina Elçî helbesta ku li ser elçî vehûnandî got. Di bîranînê de belgefilma ku li ser têkoşîn û jiyana Elçî hatibû amadekirin hate pêşkêşkirin. Piştî temeşekirina belgefilê û şûn de hunermendan helbestên ku Elçî hez dikirin vegotin.