Tabûra Şehîd Şewax jî tevlî QSD’ê bû
Tabûra Şehîd Şewax tevlîbûna xwe ji ketîbeyên Şems El-Şemal re îlan kir.
Tabûra Şehîd Şewax tevlîbûna xwe ji ketîbeyên Şems El-Şemal re îlan kir.
Tabûrê tevlîbûna xwe bi civîneke çapemeniyê ku li bendava Tişrîn a herêma Kobanê hat lidarxistin, îlan kir.
Fermandarê Giştî yê ketîbeyê Hesen Elî di civînê de diyar kir ku piştî serkefitnên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û herêmek berfireh rizgar kirine, ew bûye hêviya tekane ya gelên herêmê ya rizgarbûna ji çeteyên DAIŞ’ê.
Elî, da zanîn ku ew îro tevlî ketîbeyên Şemis El-Şemal a di bin sîwana QSD’ê de dibin û destnîşan kir ku ew ê ji vir û pê ve li gorî belgeya sereke û rêziknameya QSD’ê tevbigerin.
Di dawiya axafitna xwe de, Fermandarê Ketîbeya Şehîd El-Şewax Hesen Elî bang li hemû hêzên leşkerî yên ku dixwazin Sûriyeyek azad û demokratîk ava bikin kir ku tevlî QSD’ê bibin.