Swêd dê alîkariya ji bo saziyên sivîl ên li Tirkiyeyê bidomîne

Swêd dê alîkariya ji bo saziyên sivîl ên li Tirkiyeyê bidomîne

Seroka Alîkariya Derve ya Swêdê Gunîlla Carlsson diyar kir ku ew bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin dişopînin û wiha got: “Em alîgirên aştiyê ne û em dixwazin ku pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane û bi riya diyalogê bê çareserkirin.”

Seroka Wezareta Alîkariya Derve ya Swêdê Gunîlla Carlsson der barê pêvajoya ku bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di Newroza dîrokî ya Amedê de hat xwendin û pê re nîqaşên li ser pêvajoyê dest pê kirin de axivî û diyar kir ku divê pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane bê çareserkirin û demildest muzakere bên destpêkirin û wiha got: “Ji bo ku em jî di xebatên çareserî û aştiyê de cihê xwe bigirin, em ê piştgirî û alîkariyê bidin Saziyên Sivîl ên li Tirkiyeyê û Kurdistanê.”

GOTINÊN DEREW

Di mehên borî de Lijneya Lêkolîna Sûcên Malî a ku girêdayî Wezareta Maliye ya Swêdê ye diyar kiribû ku endamên Kooperatîfa Jinan a Tîrêjên Rojê a ku li Amedê ye alîkariyên ku ji bajarê Swêdê jê re hatine ji Tevgera Azadiya Kurd re şandine. Ev îdiayên ku hatin gotin ji aliyê welatiyên ku li Swêdê dijîn ve rastî bertekên tund hatin. Bi vê minasebetê 33 Rêxistinên Civakên Sivîl li hemberî vê yekê bi awayekî hemdem daxuyaniyek dabûn û di daxuyaniyê de diyar kiribûn ku divê hikûmeta AKP’ê ji sekna xwe ya li hemberî jinan rawestîne û dev ji polîtîkayên xwe yên qirêj ên li ser jinan berde. Piştî daxuyaniyên ku hatibûn dayîn Rêxistinên Civakên Sivîl diyar kirin ku divê der barê bûyerê de Wezareta Alîkarê Derve ya Swêdê daxuyanê bide çapemeniyê.

ZEXTÊN LI SER ZIMAN

Têkildarî mijarê de roja çarşemê heyeta ku ji rojnameger-nivîskar Kurdo Baksî, ji Komîteya Mafên Kurdan a Stockholmê Naîle Aras û serokê Komeleya Çand û Piştevaniyê a Swêd-Tirkiyeyê Murat Kuseyrî pêk dihat bi Seroka Alîkariya Derve ya Swêdê Gunîlla Carlsson re hevdîtin pêk anîn. Kurdo Baksî bal kişand ser binpêkirina mafan a li Tirkiyeyê û girtiyên rojnameger û siyasetmedaran û wiha got: “Em dixwazin ku mafên kurdan hemû bên dayîn. Li Tirkiyeyê li ser zimanê kurdî û çanda kurdan hêj neheqî û zext berdewam dikin, divê demildest hikûmeta tirk dev ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berde. “

DI BIN NAVÊ AŞTIYÊ DE…

Ji Komîteya Mafê Kurdan a Stockholmê Naîle Aras jî axivî û destnîşan kir ku heta niha wan gelekî ji saziyên jinan re alîkarî kirine û gotinên ku ew alîkariyê digihînin Tevgera Azadiyê jî derewandin û wiha pêde çû: “ Em ê her tim alikariya xwe ya li hemberî saziyên jinan berdewam bikin. Alikariya ku em ji saziyên jinan re dikin hêz dide mafên jinan.” Serokê Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Swêd-Tirkiyeyê Murat Kuseyrî jî axivî û li ser pêvajoya ku niha nîqaşên wê tên kirin rawestiya û wiha got: “Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tevgera Azadiya Kurd agirbest îlan kir û li hember vê yekê hikûmeta AKP’ê jî diyar kir ku ew alîgirê aştiyê ye lê belê di bin navê aştiyê de çiyayên Kurdistanê tên bombebarankirin, siyasetmedarên kurd tên girtin û polîtîkayên qirêj tên meşandin.”

BINPÊKIRINA MAFAN

Seroka Wezareta Alîkariya Derve ya Swêdê Carlsson diyar kir ku pêşketinên li Tirkiyeyê, binpêkirinên mafên mirovan û rewşa rojnamegeran ji nêz ve dişopînin û binpêkirinên ku qala wan tên kirin di hevdîtinên bi rayedarên tirk re tînin rojevê. Carlsson aşkera kir ku Tirkiye alîkariya derve naxwaze û wiha axivî: “Lê em ê ji bo mafên mirovan bi hêz biber li Tirkiyeyê em ê Tirkiyeyê bigirin Yekitiya Ewropayê, çi ji destê me bê em ê bikin.” Carlsson di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku ew alîgir in ku pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin.

QIRKIRINA SIYASÎ

Parlamenterê Partiya Çep Jacob Johnson bal kişand ser bi hezaran kesên ji doza qirkirina siyasî hatine girtin û ev tişt got: “Li Tirkiyeyê bi hezaran siyasetmedarên kurd bi sûcdariya endamê KCK’ê ne bi salan e di girtîgehan de ne. Ev bi serê xwe binpêkirina mafên mirovan e.”

Seroka Wezareta Alîkariya Derve ya Swêdê Carlsson, di dema hevdîtina bi Serokomar Abdullah Gul re de diyar kiribû ku divê partiyên desthiatdariyê û muxalefetê bi heman helwestê tevbigerin û anîna rojevê ya binpêkirina mafan yên li Tirkiyeyê jî erênî dîtibû. Carlsson destnîşan kir ku di salên 2005-13’an de wan 400 milyon kron alîkarî daye Tirkiyeyê û aşkera kir ku ew dê di rojên pêş de jî alîkariya xwe berdewam bikin.