Suryaniyên li Swêdê bi konvoya ji wesayîtan DAIŞ protesto kirin

Asûrî-Suryaniyên li Stockholmê dijîn, bi armanca protestokirina êr3ışên DAIŞ'ê yên li hemberî Kurd û Suryanî û bawermendên Êzidî yên li Nînova û Gozarto-Rojava dijîn, danê êvarê bi konvoyeke ji wesayîtan, çalakî lidar xistin.

Asûrî-Suryaniyên li Stockholmê dijîn, bi armanca protestokirina êr3ışên DAIŞ'ê yên li hemberî Kurd û Suryanî û bawermendên Êzidî yên li Nînova û Gozarto-Rojava dijîn, danê êvarê bi konvoyeke ji wesayîtan, çalakî lidar xistin.

Asûrî-Suryaniyên duh saet di 17:00 de li oto parka li navenda Sodertelje de hatin cem hev, dowîz û pankartên bi nivîsa "Em hemû ji Xabûrê ne" yên bi zimanên Swêdî û Îngilîzî bi cama wesayîtên xwe ve kirin.

Suryaniyan li korneyê dan û li navenda bajêr bi awayekî konvoyî geriyan û destnîşan kirin ku ew ê vê çalakiya xwe hefteyekê dewam bikin.

Ji çalakgeran Metîn Rhawî ragihand ku ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gundên Asûrî Suryaniyan ên li qiraxa Çemê Xabûrê û protestokirina revandina 200 Suryaniyan ji aliyê DAIŞ'ê ve, wan çalakî lidar xistine.

Rhawî diyar kir ku di hefteya derbasbûyî de 3 dêrên Suryanî û bi qasî 10 rêxistinên Asûrî-Suryanî ji bo êrîşên DAIŞ'ê protesto bikin gihîştine heman nêrînê û da zanîn ku gava destpêkê ya vê yekê protestoya bi konvoya ji wesayîtane, piştre wê greva birçîbûnê û çalakiyên mezin ên protestoyî werin lidarxistin.

Rhawî diyar kir ku çeteyên li Kobanê têk çûn êrîşî gundên Asûrî-Suryaniyan kirine, lê belê YPG/YPJ û Hêzên Leşkerî yên Suryaniyan ên li herêmê berxwedaneke lehengî nîşan dane û derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistine.

Rhawî da xuyakirin ku li gorî agahiyên digihêjin wan, moralê jin û mêrên ciwan ên li hemberî DAIŞ'ê şer dikin, gelekî bilind e û got, "Herî dawî me bihîst ku 30 jinên Suryanî tevlî şer bûn. Em dizanin ku ji bo çi şer dikin. Em ji bo parastina ax û welatê xwe şer dikin. DAIŞ dagirker e. Ew neheq in, em mafdar in. Û em ê bi ser bikevin."

Rêxistin û dêrên Asûrî-Suryanî wê di 15'ê Adarê roja Yekşemê saet di 15:00 de bi armanca protestokirina çeteyên DAIŞ'ê li Meydana Medborgarplatsen a Stockholmê xwepêşandanekê lidar bixin.