Suryaniyan komkujiya Xabûrê protesto kir
Suryaniyên Midyadê bi armanca êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê ku li bajarê Hasekê ya Rojava ya li dijî Suryaniyan pêk anîn şermezar bikin daketin qadan.

Saziyên Suryanî yên Turabînî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yê 23’ê Adarê li dijî 35 gundên Suryanî pêk anîn bi meşeke hevpar şermezar kirin.
Civaka Suryanî li ber Dêra Mort Şmunî hatin cem hev û ber bi navenda Dortyol Mîdyadê dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên ‘Bijî biratiya gelan’, ‘Bijî berxwedana Xabûrê’, "Her der Xabûr her der berxwedan" berz kirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora axaftinek kir û komkujiya Xabûrê şermezar kir. Dora bêdengiya hikûmeta Enqere û NY’ê rexne kir û got: “Enqere, NY û Ewropa komkujiya Xabûrê temaşe dikin. Li ber çavên hemû cîhanê êrîşî gelê qedîm ê Suryanî dikin. Ev gel xwediyê vê xakê ye. Xaka xwe terk nake. Peywira gelê Suryanî ev e ku xwe rêxistin bike û li dijî van komkujiyan xwe biparêze.