'Sûr a me ye, em ê ji dewletê re nehêlin!'
Hanîfe Atli da xuyakirin ku ew ê talana di bin navê 'îstimlaqkirina lezgîn' de tê kirin qebûl nekin û got, "Bila kevir li ser kevir nema be, em ê biçin li nava xirbeyê xaniyên xwe kon vedin û bijîn."
Hanîfe Atli da xuyakirin ku ew ê talana di bin navê 'îstimlaqkirina lezgîn' de tê kirin qebûl nekin û got, "Bila kevir li ser kevir nema be, em ê biçin li nava xirbeyê xaniyên xwe kon vedin û bijîn."
Hanîfe Atli da xuyakirin ku ew ê talana di bin navê 'îstimlaqkirina lezgîn' de tê kirin qebûl nekin û got, "Bila kevir li ser kevir nema be, em ê biçin li nava xirbeyê xaniyên xwe kon vedin û bijîn."
Ji şêniyên Sûrê Xanim Atli ya mala di bin navê bi biryara 'îstimlaqkirina lezgîn' de ji aliyê dewletê ev hatiye desteserkirin diyar kir, ji salên 90'î û vir ve zilm li wan tê kirin û got, "Ev ne koça me ya destpêkê ye, ku ji ber dewletê hat kirin. Beriya niha di salên 1990'î de leşkera avêtin ser gundê me û şewitandin. Îşkence û zext li me hat kirin û bi zorê em ji gund derxistin. Lewma me bar kirin bajêr. Li vê derê, em li taxa Cemal Yilmaz bi cih bûn. Em wextekê li vî xanî man, lê êvarekê hêzên dewletê hatin xaniyê me şewitandin. Xanî bi temamî şewitî û me nexwest careke din koç bikin. Ji ber vê yekê me xaniyê xwe ji nû ve çêkir û lê rûniştin. Vê rewşê heta êrîşa dewletê ya bi leşker, polîs, cerdevan, tank û topan dewam kir. Lê belê di roja 50. de piştî ku êrîş giran bûn û ji ber topbaranê gelek xaniyên li herêma em lê bûn xera bûn, ji neçarî em derketin."
'DI DESTÊ ME DE TAPÛ HENE; GELO WÊ DEWLET BI ZORÊ ME DERXÎNE?'
Atli da xuyakirin, ku ji roja ji Sûrê derketiye û vir ve ew nizane rewşa mala wê çi ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Xaniyên niha li Sûrê derbek jî nexwarine û saxlem in, ji aliyê dewletê ve tên xerakirin. Dema ji ber topbaranê em ji neçarî ji xaniyê xwe derketin, xisar li malên li derdora me bûbû, lê tiştek bi xaniyê min nehatibû. Lê niha nizanim rewşa xwe çi ye. Ewilî bi perdeyan, niha jî bi lêkirina dîwaran re nahêlin em bikevin nava malên xwe. Dest danîne ser mal û milkên me, xaniyên me, eşyayên me, kincên zarokên me. Ev li kîjan hiqûq, li kîjan edaletê tê? Di destê me de Tabû hene, Sûr a me ye. Gelo wê dewlet rabe bi zorê me ji malên me derxîne? Eger ev tapû derbas nabin, wê çaxê çima dan me? Em ê di nava ti şert û mercî de vê bêhiqûqiyê qebûl nekin. Çi dibe bila bibe em ê Sûrê neterikînin! Bila kevir li ser kevir nema be, dîsa jî em ê Sûrê ji dewletê re nehêlin! Serokwezîr û Serokkomar bêyî li ber xwe bikevin radibin dibêjin, ew ê berdêla malên me bidin. Mîlyaran jî bidin, vala ye! Pere li aliyekî, rabin di berdêla Sûrê de temamiya Stenbol û Enqereyê bidin me, em ê vê rewşê qebûl nekin!"
LI DIJÎ 'ÎSTIMLAQKIRINA LEZGÎN' A NEHIQÛQÎ EM Ê SERÎ LI DADGERIYÊ BIDIN!
Atli nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya gişî ya navneteweyî ya li pêşberî vê neheqiyê da û got, "Ji bo nerazîbûnê nîşanî vê zilmê bidin, gelo hûn hînê li benda çi ne? Hûn li bendê ne ku Erdogan temamiya Kurdan qetil bike? Li ser rûyê erdê Kurdekî bi tenê jî bimîne, wê vê zilmê qebûl neke! Em ê teslîmî dewleta ku malên me xera dikin û dişewitin nebin. Lewma em ê tevî tapûyên xwe, bi rêya 'komîsyona hiqûqê' ya ji bo Sûrê hatiye avakirin, li dijî qanûna 'îstimlaqkirina lezgîn' serî li dadgeiryê bidin. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li Sûrê derkevin."