Sunbul ê YPS'yî li Amedê hat veşartin

Cenazeyê endamê YPS'ê Sunbul ê li Geverê jiyana xwe ji dest da, li Amedê hat veşartin Dayik Sunbul li merasîmê axivî û got, "Kurê min rêya me ronî kir."

Cenazeyê endamê YPS'ê Yuksel Sunbul (32) ê li navçeya Colemêrg Geverê jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Erzîromê, duh êvarê anîn Amedê.

Sunbul ê ji navçeya Erzîrom Qereyaziyê ye, li ser wasiyeta wî cenazeyê wî anîn Amedê û li Goristana Yenîkoyê danê sibehê merasîma cenaze hat lidarxistin. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî bi sedan kesî dirûşmên 'Şehîd namirin', 'Kujer Erdogan' darbesta Sunbul hilgirt ser milan û bir heta gora lê bê veşartin.

Hevserokê MEYA-DER Şaxê Amedê Hasan Pençe li merasîmê axivî û destnîşan kir, ku ew ê têkoşîna cangoriyên azadiyê bidomînin.

DAYIK SUNBUL: RÊYA ME RONÎ KIR

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen dûre peyivî û bal kişand ser Hefteya Lehengiyê. Onen got, "Em li ber şehîdên xwe bejna xwe ditewînin. Ew lehengên me ne di ber axa xwe de canê xwe dane. Rêya şehîdan rêya me ye."

Dayik Besra Sunbul jî got, "Kurê min şehîdê Kurdistanê ye. Rêya ew tê de meşiya, rêya me jî ronî kir."

Malbata Sunbul wê li Gever, Erzîrom û Stenbolê serdanên serxweşiyê qebûl bike.