Şukran Dogan a HDP'yî hat defnkirin

Cenazeyê Rêvebera HDP'ê ya Kepezê Şukran Dogan a li navçeya Kepezê ya Antalyayê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Hezexê ya Şirnexê hat definkirin.

Cenazeyê Rêvebera HDP'ê ya Kepezê Şukran Dogan a li navçeya Kepezê ya Antalyayê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Hezexê ya Şirnexê hat definkirin.

Cenazeya Rêvebera HDP'ê ya Kepezê Şukran Dogan a du roj berê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Antalyayê hat wergirtin anîn Şirnexê. Cenazeyê Dogan li ber Mîroglu Petrol a di ketina Hezexê de ji aliyê welatiyan ve hat pêşwazîkirin û birin Goristana Şêx Hesen. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Dogan hat definkirin. Hevseroka DBP'ê ya Antalyayê Nerîman Bakir di merasîma definkirinê de axivî û got ku ew ê bîranîna Dogan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.