Pîrozbahiyên 34emîn salgevera damezrandina PKKê berdewam dike. Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPGê Sofî Nûredîn di pîrozbahiyê de axivî û got: “PKKê di sala xwe ya 34emîn de berxwedana xwe da berdewamkirin, bû hêjayê dîroka xwe û wisa dixuyê ku dê sala 35emîn bibe sala serkeftinek mezin û dê bi berxwedanê azadiyê bi dest bixe.”
Gerîlayên Kurdistanê li herêmên xwe bi merasimeke leşkerî 27ê Mijdarê roja damezrandina PKKê pîroz kirin. Merasim bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPGê Nûredîn Sofî di merasimê de axivî. Sofî bi vê boneyê 27ê Mijdarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir û berxwedana Ocalan a li Îmraliyê silav kir. Sofî got: “Ez ji Hakî Karrer heta heval Mehmed û Rojîn hemû şehîdên PKKê yên di nava 34 salan de bi fedekariyeke mezin li hemberî dijmin şer kirin û bi hezaran kesên ku tevlî karwanên şehîdan bûn silav dikim û bejna xwe li ber wana ditewînim.
Di pêvajoya 34 salan de gelê Kurd bedelên mezin dan. Ji bo din ava jiyaneke azad û bi rûmet de bibin îrade, di bin ala PKKê de berxwedaneke mezin pêş xistin. Ez îro serhildana gelê Kurd a ku gihiştiye asta herî bilind silav dikim û vê rojê li wan pîroz dikim.”
Fermandarê HPGê wiha berdewam kir: “Dîsa berxwedana bi dirûşima “Berxwedan Jiyan e” ya ji aliyê Mazlum Dogan, Hayrî Durmuş û Kemal Pîran ve hate pêkanîn, li hemberî cûntaya 12ê Îlonê bû û ala berxwedanê ya PKKê bilind kirin. Di şexsê van hevalan de, ez hemû berxwedêrên di zîndanan de silav dikim û 27ê Mijdara wan pîroz dikim.
Her wiha ji Amanosan heta Agiriyê,ji Dêrsimê heta Deryaya Reş, li ser xeta heval Egîd, li ser xeta heval Erdal, li ser xeta heval Adil, li ser xeta Nûda û Zîlanê hemû parêzvanên azadiyê, gelê Kurd dipaêzin û gerîlayên li dijî artêşa Tik şer dikin silav dikim û vê rojê li wana pîroz dikim.
Îro di dîroka gelê Kurd de rojeke pîroz e. Gelê Kurd bi PKKê re bû îrade, bi PKKê re azad bû, bi PKKê re jiyan û rûmetê qezenç kir. Beriya PKKê koletî, bindestî, înkar û îmha hebû. PKKê zincîra koletiyê şkand û ji bo gelê Kurd bû vînek afirand.
Di vê roja pîroz de, divê hemû heval bi awayeke rast, li ser xeta şehîdan û li ser xeta Rêbertiyê vê rojê bike roja biryarê. Li ser vî esasî, divê di meşa azadiyê ya PKKê de di rûpelên pîroz ên dîrokê de cih bigirin.”Sofî salvegera 34emîn a avakirina PKKê careke din pîroz kir.
Sofî axaftina xwe bi dirûşima “Bijî Serok Apo” berdewam kir û gerîlayan jî li gel Sofî dirûşim gotin.
"27'Ê MIJDARÊ JI BO GELÊ KURD ROJEKÎ PÎROZE"
Piştî axaftina Nûredîn Sofî, fermandarên gerîlayan yek bi yek 27'ê mijdarê ya gerîlayan pîroz kir. Piştî pîrozbahiyan, Nûredîn Sofî ji gerîlayan re civînek li dar xist. Sofî bal kişand ku li her derê gelê kurd 27'ê Mijdarê bi coşek mezin pîroz dike û wiha axivî: "Gelê kurd car din bi coş û heyecanek mezin roja vejînê pîroz dike. Li Başûr, Bakûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, her wiha li derveyî welat ev coş heye. Her gelekî roja xwe ya rûmetê heye. Gelek gelan di van rojan de çarenûsa xwe bi destê xwe diyar kiriye. Ev pêvajo di dîroka gelan de wekî rojên vejînê, rojên pîroz tên nirxandin. Di dîroka Kurdistanê de jî 27'ê Mijdarê rojek wihaye. çewa ku her gel van rojan pîroz dike, tevlî alema mirovahiyê dibe se ji bo gelê kurd jî 27'ê Mijdarê rojek wisaye.
"BERIYA PKK'Ê HETA XEYALA KURDISTANÊ JÎ HATIBÛ TUNEKIRIN"
Gelo çima 27'ê mijdarê rojek ev qas pîroz e?, çima rojekî ev qas bi rûmet? Ger mirov bixwaze vê yekê fêm bike, divê meyze dîrokê bike. Beriya PKK'ê li Kurdistanê çi hebû, piştî PKK'ê çi heye? Dema ku mirov wiha biceribîne dê gelek baş bê fêmkirin. Lewra ev roj di dîroka gelê kurd de rojekî vejînê ya girînge. Rêber APO dibêje "Dîrok, jiyandina hişmendiyê ye". Yanî nivîsîna dîroka xwe ya bi destê xwe ye. Dema em di vê çarçoveyê de meyze dîroka Kurdistanê dinêrin, mirov bi rehetî dikare bêje ku; beriya PKK'ê gelek zehmete ku mirov behsa dîroka gelê kurd bike. Belê miletek hebû, car caran serî jî hildida, hin caran rastî komkujiyan jî hat. Lê jiyanekî ne civakî ne jî kesînî hebû. Bi taybet di sedsala 20'an de bi Peymana Lozanê li ser gelê kurd polîtîkayên tunehesibandin û tunekirinê hatin meşandin. Tunehesibandin û tunekirina gelekî qedîm yê Mezopotamyayê ku gelek tevkariyên mezin ji dîroka mirovahiyê re kirine, li Lozanê bi yek kelemê de hat diyarkirin. Dibe ku di warê fizîkî de em bêjin gelek heye. Lewra dibe ku ev gel di warê fizîkî de hatiba tunekirin jî, ev yek gelek caran hat ceribandin jî. Ev li Dêrsimê, Geliyê Zîlan û Helebçeyê hat ceribandin, lê tunekirina gelekê pêkan nebû. Tunekirina 40 milyonan karekî hêsan nebû. Lê bi polîtîkayên tunehesibandin û asimilasyonê bi navê kurd û Kurdistanê tu nirx nehatin hiştin. Jixwe Dewleta Tirk, di dema serhildana Agiriyê di wekî sembolîk gotibû "Xeyala Kurdistanê li vir hatiye veşartin" Yanî Kurdistana di xeyalê kurdan de li vir hatiye veşartin nivîsîbûn. Wekî "Dibe ku Kurdistan bibe xeyalek jî lê ew jî li vir hatiye veşartin" hatibû ravekirin.
" XWESTIN KU DI DÎROKÊ DE BÊJIN KURD TUNE NE"
Sofî, bi bîr xist ku dijminên kurdan ji bo wan asîmile bikin gelek rê ceribandine û axaftina xwe wiha domand: "Gelek caran li ser kurdan komkujiyan hatin pêkanîn. Bi asîmilasyonê jî xwestin li ser çand û zimanê wan qir bikin. Hemû nirxên gelê kurd yên mirovahiyê bin pê kirin. Tiştên dîroka kurdan hemû ji holê rakirin. Çand, ziman û hebûna wê ji holê rakirin. Tu tiştê vî gelî hebe xwestin ji holê rakin. Yanî tunebûn hebû. Dîroka kurdan ji holê hat rakirin. Gelê kurd li ser dinyayê wekî miriyekî dijiya. Dîroka gelan hertim diyar e. Li ser gorra wan dîroka wan jî tê nivîsandin. Lê di vî warî de hemû dîroka kurdan hate jêkirin. Niha jî cuzdanên piraniya gelek kurdan li gor însafa memurên dewletê hatiye nivîsandin. Dîrokên hatina wan ya dinyayê wekî 01. 01- 02. 02 hatiye nivîsandin. Çawa hatibe aqlê memûr wisa hatiye nivîsîn. Jixwe nav tune ye. An navê ereban, an jî yê tirkan lê hatiye kirin. Navê gelê kurd tu carê nehatiye bilêvkirin. Çima? Ji ber ku hêzên emperyalîst û netewedewletên dagirker li gor xwe dîroka gelekî nivîsandiye. Niha carnan di arşîvên dewletê de hin belge derdikevin. Dema mirov meyze van belgeyan dike, matmayî dibe; Gelo gelê kurd li hemberî van tiştan çawa heta îro hatiye. Li hemberî van polîtîkayên hatiye pêkanîn gelek din ba niha sed caran ji holê rabibû. A, li Kurdistanê zulmek wiha heye."
"AZADÎ JÎ JI GELÊ ROJHILATA NAVÎN RE HAT QEDEXEKIRIN"
Sofî destnîşan kir ku beriya PKK'ê li ser navê, mirovahî, azadî û dîrokê tu tişt nehatibû hiştin û gotin anî ser birya Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî "Qebûlkirina Dewleta Çavdêr a Filîstînê." Sofî wiha domand: "Cihê kurdan di dîrok û malbata gelên cîhanê de tune bû. Mafê wî yê berxwedanê jî tune bû. Neteweyên Yekbûyî biryarek girt û Filîstîn wekî dewleta çavdêr qebûl kir. Yanî statû hat dayîn. 60 beriya niha Neteweyên Yekûbû Filîstîn perçe kir û ji holê rakir. Di vê pêvajoyê de bi sedhezaran kes hatin kuştin. Gelê Filîstînê ev bi salane berxwedanekî xurt dide meşandin. Ev gel bi salane vê têkoşînê dide, lê di cîhana zalim û dewletên dîkdator de tu wateya vê têkoşînê tuneye. Berjewendiyên wan kêrî çi were, li gor wê tevdigerin. Piştî 60 salan cardin wan belgeya dayîkbûna Filîstînê dan. Ev dinya ya zaliman e. Derguşa mirovahiyê Rojhilata Navîn e. Zerdeşt, Muhemed û gelek olên din ji vir derketine holê. Azadî, rûmet, exlaq ji gelê Rojhilata Navîn re hat qedexekirin.
"BI KOMKUJIYA MEREAŞÊ XWESTIN PEYAM BIDIN KURDAN"
Sofî diyar kir ku piştî rêxistinkirina PKK'ê Dewleta Tirk xwestiye bi komkujiya Mereşê peyam bide kurdan û wiha pêde çû: "Piştî avakirina PKK'ê gelê kurd hêvî û morala xwe cardin bidest xist. Li ser vê jî dijmin dest bi komkujiya Mereşê kir. Wê ji xwe re digot ku 'Wan Dêrsim û Geliyê Zîlan ji bîr kiriye' û li Mereşê komkujî kir. Xwestin ku bêjin 'Hûn rabin ser piyan em dê wiha li we bikin' Gotin ku nêzî vê komê vê partiyê nebin. Lê PKK'ê vejîn afirand û li hemberî hemû işkenceyan, li hemberî Artêşa 2'emîn mezin ya NATO'yê heta îro hat. Piştî destpêka PKK'ê darbeya 12'ê îlonê hat pêkanîn."
" MEXDÛRÊN 12 ÎLONÊ KURD IN "
Sofî bal kişand ser qaşo darizandinên 12'ê îlonê û da zanîn ku bi vî şiklî qaşo bidin nîşandan ku derbeya 12'ê îlonê em didarizînin. Sofî wiha axivî: "Lê ya rast mexdûrên12'ê îlonê kurd in. Dozdarê esas jî gelê kurd e. Di 12'ê îlonê de li hemberî gelê kurd komkujiyek pir teknik ya bê hempa hatiye meşandin. Niha jî bi awayekî durû piştgirên 12'ê îlonê yên wê demê, bi awayekî ji bo çavboyaxkirinê dibêjin em derbekara didarizînin. Lê tekane armancekî 12'ê îlonê hebû ew jî tunekirina hêviya azadiya gelê kurd, PKK'ê û Kurdistanê bû. Gelê kurd û PKK'ê jî li hemberî vê tenê li ber xwe da. Wê demê gelek kes hatin poşmankirin. Lê komekî ku girêdayî Hevalê Heqî, Rêber Apo bûn, li hemberî îşkence û zulm di Girtîgeha Amedê de gotin 'êdî bese' Berxwedana Mazlum, Hayrî û çaran, parastina fikra PKK'ê ya li hemberî 12'ê Îlonê bû."
"FIKRÊN RÊBER APO NAYÊN ASTENGKIRIN"
Sofî got, "PKK berxwedana zindanêy, berxwedana gerîlaya, azadiya jinên kurd e. PKK azadiya Kurdistanê ye" û wiha berdewam kir: "Darbesta ji bo kurdan hatibû çêkirin, hate perçekirin. Gora ku 'Xeyala Kurdistanê lê hatibû veşartin' hate çirandin. Çawa Prometeus li hemberî Zeus derket û piştgirî da mirovahiyê, çawa Hz Îsa li dijî zulma Romayê derket û serî hilda, PKK'ê jî bi derketinek peyxemberwarî li Kurdistanê derket holê. Ji ber wê jî hemû zalim bûn yek û bi komployan Rêber APO dîl girtin. Lê wan ne dizanî ku tu dîwar û zindan nikarin xwe li hemberî fikra rêber Apo asteng nake."
"DIJMIN NEKARÎ GAVEKÎ JÎ BIAVÊJE"
Sofî bilêvkir ku 34'emîn salvegera damezirandina PKK'ê sala berxwedan û sala şoreşêye û ev tişt gotin: "Derketina PKK'ê, tê wateya şoreşê, serkeftinê. Ev herî zêde îsal diyar bû. Ji ber vê mirov dikare bêje tiştên di sala 2012'an de qewimîn di dîroka PKK'ê ya 34 salan de qewimîn. PKK'ê di zindanê de li ber xwe da. Rêber APO di sala 2012'an berxwedanek gelek mezin nîşanda. Gerîla jî bi çalakiyên, Şitazîn, Şemzînanê, Dêrsîmê, Bêşebabê û Serhedê bi mehan ev qad bi taktîta 'Lêxe lê bimîne' di destê xwe de girt. Şehîd Huseyîn li Şemzînanê wiha kir, Şehîd Mehmet li Katoyê wiha kir. Şehîd Rojînê li Çarçelayê wiha kir. Vîn û hêz li van deran ew bûn. Dijmin nekarî gavekî jî bavêje. Berxwedana zindanan ya ji Mazlûm û Hayriyan destpêkiribû îsal jî berdewam kir. Îsal jî di girtîgeha Amedê de 68 rojan berxwedan hebû. Berxwedana zindana Amedê li hemû girtîgehan belav bû. Li ku PKK'iyek hebe dest bi grevê kir. Hemû girtîgeh bûn wekî girtîgeha Amedê. Li gel hemû şerê psîkolojîk hevalan di girtîgehan de berxwedana xwe domandin. Berxwedana gelê me jî gihişt gupikê. Li Cudî û Kato gel çû wê derê û cenazeyên gerîlayan xwedî derketin. Piştî van dijmin bi xwe got 'Ma ev der Qendîle çi ye. Bi vî awayi êdî Şirnex bûye wekî Qendîlê'.
"BI TECRUBEYA 34 SALAN EM DEST BI 35'EMÎN SALÊ DIKIN'
Sala 2012'an de bû sala berxwedanekî mezin. Têkoşîna, berxwedana PKK'ê ya gerîla, zindan û gelê me di asta herî bilind de bû. Dibe ku hin kêmasî çêbûbin, dibe ku me azadiya gelê xwe bi dest nexist rêberê xwe azad nekir, lê di şexsê heval Mehmed û Rojîn de bi sedan fedayiyan got ku 'Hema wekî roja destpêkê, vîna destpêkê çawa bû se hêj heman vîn û hêz xwe tevlî refên şehîdan bûn. Sala 2012'an bû sala berxwedanê. Tê xuyakirin ku 35'emîn sala PKK'ê dê bibe sala berxwedan û azadiyê. Em dê kêmasiyên xwe baş bibînin, li gel rexnedayînek mezin bikin. Em cardin di vê roja pîroz de soz dikin ku ; Em dê li ser xeta Rêber Apo û li ser xeta Şehîdan cardin tevlî PKK'ê bibin. Hemû dinya li hemberî me be jî em dev ji biryara xwe ya azadiyê bernadin."
Piştî axaftina Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPGê Sofî Nûredîn bernameya moralê ya gerîlayan dest pê kir. Di bernameyê de helbet, şano û stran hatin pêşkeşkirin. Di bernameyê de ku coşa gerîlayan bal kişand.