Şirnexê şervanên YPG’ê Cesûr û Tûran hembêz kir
Cenazeyên şervanên YPG'ê Îsa Cesûr (Şoreş Gabar) û Fûat Tûran (Alî Şirnex) ên li Kantona Cizîrê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan li Şirnexê hatin definkirin.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Îsa Cesûr (Şoreş Gabar) û Fûat Tûran (Alî Şirnex) ên li Kantona Cizîrê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan piştî karên otopsiyê yên li Silopiyayê ji bo definkirinê birin Şirnexê. Cenazeyên şervanên YPG'ê li Şirnexê bi girseyî hatin pêşwazîkirin û ji ber qelebalixiyê demekê di wesayîtan de hatin sekinandin.
Piştî demekê cenazeyê Şervanê YPG'ê Îsa Cesûr ji wesayîtê hat wergirtin û ber bi Goristana Nala Nûr ve birin û li goristanê hate definkirin. Piştî karên definkirinê xilas bûn bavê Cesûr Îbrahîm Cesûr axivî û wiha got: "Divê êdî gelê Kurdistanê ji hemû caran bêtir yekîtiya xwe pêk bîne û bi xurt xwedî li şehîdên xwe derkeve."
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Fûat Tûran jî li bajaroka Gundikê Melê bi tevlîbûna hezaran kesan hat definkirin. Cenazeyê Tûran di ketina bajarokê de ji aliyê hezaran welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Piştre cenazeyê Tûran ji aliyê welatiyan ve hate wergirtin û birin Goristana Temtemu û hate definkirin.
Bavê Tûran Suleyman Tûran di merasîma cenaze de axivî û wiha got: "Serê Rêberê Apo sax be. Kurê min Adil şehîdê Kurdistanê ye. Ez bi wî û hevalên wî serbilind im."