Şirnex bênavber tê bombekirin

Li Şirnexê, duh piştî hilweşandina avahiyekê, hêzên dewleta Tirk xwe ji Îsmetpaşa vekişandin. Di navbera hêzên dewleta Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de li taxên Vakifkent û Tekzerê şerekî dijwar qewimî.

Li Şirnexê, ji ber bomberdûmana bi şev bênavber hat kirin, gelek xanî şewitîn.

Li Şirnexê, berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî êrîşên qirkirinê, di roja 33. de ye. Li taxa Îsmetpaşayê, duh êvarê avahiyek hilweşiya û 5 tîmên taybet ên di bin de man mirin. Li ser vê yekê hêzên dewleta Tirk xwe ji vê taxê vekişandin. Di navbera hêzên dewleta Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de li taxên Vakifkent û Tekzerê şerekî dijwar qewimî.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, şer li meydaan Omer Kabak qewimî dijwar bû. Piştî vî şerê heta derengiya şevê dewam kir, gelek ambûlansan berxwe dan herêmê. Ambûlans ji vê derê jî ber bi aliyê Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ve çûn.

BOMBERDÛMAN DEWAM DIKE

Bomberdûmana li hemberî bajêr jî bênavbe dewam dike. Dewleta Tirk tevahiya şevê bi tank, obus û topan li taxên Bahçelîevler, Yenî, Dîcle, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa û Gazîpaşa dan. Li van taxên hatin bombekirin, şewat bi gelek xaniyan ket û heta serê sibehê venemirî.

Tevî bomberdûmanê bi çekên giran ên A-4 ji maşînên zirxî gule li taxan hatin reşandin. Li taxên berxwedanê, tevî bomberdûmanê heta serê sibehê şer qewimî.

TEVGERA HEWAYÎ

Li navenda bajêr û quntarên Çiyayê Cûdî balafirên keşfê yên bêmirov û helîkopter di nava tevgerê de bûn. Gelek helîkopterên ji 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor rabûn, li qada bejahî ya li derdora bajêr firiyan.

Der barê encama şerê tevahiya şevê qewimî de agahiyeke zelal bi dest neet.

Tevî bomberdûmanê şerê li bajêr hînê dewam dike.