Şirnex bê navber bi obusan tê bombekirin
Piştî ku li Şirnexê 3 çeteyên Qesrê mirin, hêzên dewleta Tirk Taxa Bahçelîevlerê dan ber obusan.
Piştî ku li Şirnexê 3 çeteyên Qesrê mirin, hêzên dewleta Tirk Taxa Bahçelîevlerê dan ber obusan.
Piştî ku li Şirnexê 3 çeteyên Qesrê mirin, hêzên dewleta Tirk Taxa Bahçelîevlerê dan ber obusan.
Li Şirnexê êrîşên qirkirinê di roja 39’emîn de dewam dike, piştî danê êvarî 3 çeteyên Qesrê di şerên li Taxa Bahçelîevlerê hatin kuştin, Taxa Bahçelîevlerê dan ber obusan. Li taxa ku bê navber 2 saetan bi bousan hate bombekirin hate dîtin ku dûman jê bilind dibe, ewrên dûmanê bi asîmanên bajêr girt.
Her wiha taxên Yenî, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Dîcle jî bi navber têne bombekirin. Dîsa li herêma di navbera Taxa Yenî, Gazîpaşa, Qada Omer Kabak û 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan de şerên dijwar diqewimin.
Di encama bombekirinê de hate hînbûn ku li du avahiyên li ser Cadeya Halîl Ûlûsoy a di navbera taxên Dîcle û Bahçelîevlerê de şewat derketiye. Hate ragihandin ku ekîbên agirkuj ên girêdayî Şaredariya Şirnexê sewqî qadê hatiye kirin.
Li seranserî bajêr bombekirin û şer didomin.