Silopiya: 5 kes hatin qetilkirin, 2 tax hatin valakirin

Tankên artêşa Tirk, taxên Silopiya yên xendek û bend lê nînin, hedef girtin. Di êrîşê de 5 kes hatin qetilkirin. Piştî êrîşan 2 tax hatin valakirin. Gelê ku cihekî biçe nîne, li ser rêya Îpekê ye.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê ku dorpêçî, dagirkerî û terora dewleta Tirk careke din lê destpê kir, tax tên bombekirin. Tevî ku bend û xendek lê nînin jî tankên artêşa Tirk êrîşî taxên Zap û Barbarosê kirin. 

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê niha li navçeyê ye diyar kir, li hemberî taxa Zapê êrîşeke giran a bi tankan hatiye kirin.

Li taxê teqînên mezin rû dan.

MALEK HEDEF HAT GIRTIN

Li gorî agahiyên ji aliyê Encu ve hatin dayîn, malek li taxa Barbarosê hedef hat girtin. Ji heman malbatê Îsa, Ahmet, Mûhyettîn û Saadetîn Tongûç ji ber vê êrîşê jiyana xwe ji dest dan.

Encu diyar kir, li heman taxê Zuleyha Şalk a 70 salî jî jiyana xwe ji dest daye û cenaze hînê nehatine rakirin.

2 TAX HATIN VALAKIRIN

Encu da zanîn, piştî êrîşa bi tankan a li hemberî taxan, hewl tê dayîn ku bi zorê gel ji malên xwe derkevin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hewl tê dayîn ku bajar bi temamî were valakirin. bi topbarana li hemberî malan re zexta koçberiyê li mirovan tê kirin. Piştî topbaranê leşkeran mirov ji malên wan derxistin. Li Silopiyyê xendek û bendên bibin hincet ji êrîşê re nîne. Lê belê tank êrîşî taxan dikin. Nifûsa Silopiyayê bû du qat, gihaşt 200 hezarî. Ji ber dorpêçiya li Şirnexê mirov hatin Silopiyayê. Li her malên ku niha dibin hedefa tankan, du malbat neçarin bi hev re bijîn. Ev mirov niha bi zorê ji malên xwe tên derxistin. Gel berê xwe dide taxên hinekî ewletir dibîne."

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu xwest AKP derhal polîtîkaya xwe ya şîdetê biqedîne û got, "Eger ev polîtîka neyê qedandin, em bi fikar in ku hîn bêhtir mirov jiyana xwe ji dest bidin."

Li gorî agahiyên dawî yên ji navçeyê hatine wergirtin, taxên Zap û Barbarosê hatine valakirin. Gelê ku cihekî biçe nîne, niha li ser rêya Îpekê ye. Polîsên Tirk guleyan ber didin hewayê û zextê li gel dikin ku Silopiyayê biterikînin.

Rêveberên DBP'ê jî di nav de heta niha bi qasî 50 kes hatine binçavkirin.