Silopiya 24 saetan ji aliyê çeteyên Qesrê ve dorpêçkirî ye
Silopiya piştî dagirkirina 37 rojan ji aliyê çeteyên Qesrê ve, niha jî ji aliyê TOMA û maşînên zirxî ve 24 saetan dorpêçkirî ye.
Silopiya piştî dagirkirina 37 rojan ji aliyê çeteyên Qesrê ve, niha jî ji aliyê TOMA û maşînên zirxî ve 24 saetan dorpêçkirî ye.
Piştî êrîşên qirkirinê û dagirkeriya 37 rojan, her çend 'qedexeya derketina derve' bi rojê hatine rakirin jî Silopiya hînê jî di bin dorpêçiya polîsan de ye.
Li navçeyê maşînên zirxî yên bi tîpa Akrep, Ûral û Ford Ranger her digerin.
Li pêşiya avahiya HDP'ê ya Navçeyê rojê 24 saetan TOMA û maşînên zirxî disekinin.