Şêx Meqsûd ji hêla çeteyan tê bombekirin
Çeteyên SÛK’ê, herêma Marûf a taxa Şêx Meqsûdê bombe dikin.
Çeteyên SÛK’ê, herêma Marûf a taxa Şêx Meqsûdê bombe dikin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyên SÛK’ê îro ji saet 16.35’an û şûn de herêma Marûf a Taxa Şêx Meqsûdê dan ber fûze û hewanan. Hat diyarkirin ku ji topên êrîşê dûmanên spî bilind bûne. 2 sivîlên ji dûmanê bandor bûn rakirin Navenda Tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd.
Xebatkarên navenda tenduristiyê dibêjin ku kefa spî bi devê sivîlan ketiye.
Topbarana çeteyan didome.