BI DÎMEN

Şervanên YPG/YPJ'ê: Rêber Apo hişê berxwedan û azadiyê afirand

Piling Efrîn, Newroz Zagros û Çiya Şengal dan xuyakirin, ku berxwedana gelê Kurd îro li Rojhilata Navîn û cîhanê deng vedaye, Kurdan li Rojava destketiyên dîrokî bi dest xistine û ev yek jî bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye.

Şervana YPJ'ê Newroz Zagros û şervanên YPG'ê Piling Efrîn û Çiya Şengal 67. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û bal kişandin ser asta têkoşîna gelê Kurd gihaştiye. Efrîn û Şengal dan xuyakirin, ku berxwedana gelê Kurd îro li Rojhilata Navîn û cîhanê deng vedaye, Kurdan li Rojava destketiyên dîrokî bi dest xistine û ev yek jî bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye.

'ŞOREŞA ROJAVA BERHEMA FELSEFE Û BÎRDOZIYA RÊBER APO YE'

Şervanê YPG'ê Piling Efrîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de li gelê Kurd, li hemû gelên bindest pîroz kir û got, "Nabe ku jidayikbûna Rêberî û ji nû ve vejîna gelê Kurd ji hev cuda werin nirxandin."

Efrîn da zanîn, gelê Kurd îro li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê deng vedaye, li Rojava destketiyên dîrokî hatine bidestxistin, ev hemû bi saya Rêber Apo hatiye kirin û got, "Afirînerê van rojan Rêber Apo û felsefe-bîrdoziya wî ye."

Şervan Efrîn ragihand, felsefeya Ocalan felsefeya mirovahiyê ye û destnîşan kir, ku gel û ciwanên Kurd ên xwe bi vê felsefe û bîrdoziyê xemilandiye, îro li Rojava, li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ'ê, komên çete yên Konseya Ewlekariyê ya Sûriyeyê û ENKS'ê, li ber xwe didin.

Efrîn got, "Weke şervanên YPG'ê me hêvîdar in sala 2016'an bibe sala azadiya Gelê Kurd û di vê oxirê de wê têkoşîna me bidome."

'BI RÊBER APO RE GELÊ KURD GIHAŞT ASTA TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYÊ'

Şervana YPJ'ê Newroz Zagros bal kişand ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û got, "Beriya Rêber Apo, gelê Kurd bê rêber bû ku li mafê xwe bigere û ji bo wê têkoşîneke bi bandor bimeşîne. Bi Rêber Apo re gelê Kurd gihaşt wê qonaxê ku ji bo azadiya xwe şer bike û li dijî zilm û zordariyê derkeve. Lewma rojbûna Rêberî roja azadiya gelê Kurd e."

'RÊBER APO HIŞÊ AZADÎ Û BERXWEDANÊ DI NAVA GELÊ KURD DE BI PÊŞ XIST'

Şervanê YPG'ê Çiya Şengal jî rojbûna Ocalan li hemû gelan bi taybetî li gelê Kurd pîroz kir û bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadî û rizgariya gelan tevahiya emrê xwe bi têkoşînê derbas kiriye.

Şengal da zanîn, ku di demeke kesî newêrî bû pirsgirêka Kurd bixe rojevê û nîqaş bike de Ocalan pirsgirêka Kurd û Kurdistanê xist rojevê û hişê azadî û berxwedanê daye gelê Kurd.

Şengal bibîr xist, ku gelê Kurd rojbûna Ocalan weke rojbûna xwe dibîne û bang li hemû gelan kir, ku zîndan ût ecrîda şidandî ya li ser Ocalan bişikînin, bi heybetî xwedî li vîna demokratîk û jiyana azad derkevin û berxwedana azadiyê mezin bikin.

...