Şervanên YPG/YPJ’ê ber bi Sulukê ve diçin

Şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de li rojavayê bajaroka Mebruka 3 gund û 3 gundikên din jî rizgar kirin 3 km nêzî bajaroka Suluk bûn.

Şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de li rojavayê bajaroka Mebruka 3 gund û 3 gundikên din jî rizgar kirin 3 km nêzî bajaroka Suluk bûn.

Li gor ajansa nûçeyan ANHA’yê şervanên YPG/YPJ’ê li herêma di navbera Mebrûka û bajaroka Suluk a girêdayî Girê Spî de pêşketina xwe didomînin. Hat destnîşankirin ku îro piştî rizgarkirina gundê Gettar, şervanên YPG’ê saet di 18.20’an de gundê bi navê Reguba ku 3 km nêzî bajaroka Suluk e û 2 gundên din ên li nêzî Reguba ji çeteyan paqij kirin. Li heman herêmê 2 gundik jî hatin rizgarkirin.

Bi vî rengî di navbera şervanên YPG’ê û bajaroka Suluk de 3 km maye. Operasyonên li herêmê didomin.