Cenazeyên şervanên YPG'ê Huseyîn Doner bi nasnav Sîdar Sîpan û Îbrahîm Boyat bi nasnav Îbrahîm Nurşîn ên li Çiyayê Kizwanan di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
Ji bo şervanên YPG'ê Huseyîn Doner (Sîdar Sîpan) û Îbrahîm Boyat (Îbrahîm Nurşîn) ên ku di 5'ê Hezîranê de li Çiyayê Kizwanan ê Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan li "Şehîdgeha Xerzan" a li gundê Olek ê Bedlîsê merasîm hat lidarxistin.
Konvoya cenazeyan a piştî karên otopsiyê yên Sîlopiyê ber bi Bedlîsê ve derxistin rê li Tesîsên Buzlupinarê ji aliyê bi hezaran kesan ve bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin. Piştre cenaze bi konvoyeke qelebalix ber bi Şehîdgeha Xerzanê ve derxistin rê. Girseya gel cenazeyên şervanên YPG'ê bi qasî 500 metre dûrî şehîdgehê ji wesayîtan daxist û li ser milan bir şehîdgehê. Di meşê de posterên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û YPG'ê û wêneyên 12 şervanên YPG'ê yên li Çiyayê Kizwanan jiyana xwe ji dest dan û pankarta "Bijî Berxwedana Rojava Şehîd Namirinnamirin" hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Kujer DAIŞ hevkar AKP" hatin berzkirin.
Ji bo şervanên YPG'ê li goristanê merasîm hat lidarxistin. Parlementerê HDP'ê yê Bedlîsê Mahmût Celadet Gaydali, rêveberên HDP, DBP'ê, Hevşaredarên Bedlîs, Xizan, Motkî, Norşîn û hevşaredarên bajarokan, MEYA-DER, Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî tevlî merasîmê bûn. Piştî nimêjê, sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin û deqeyek rêz hat girtin. Di merasîmê de Hevserokê MEYA-DER'ê yê Bedlîsê Nihat Karababa axivî û diyar kir ku heya li Kurdistanê zilim bi dawî dibe ew ê têkoşînê bidomînin."
Bavê şervanê YPG'ê Doner Yûsûf Doner jî got: "Şehîdê me şehîdê Kurdistanê ye. Serê Rêberê Apo û Kurdistanê sax be. Şehîdên me rûmeta me ne. Bijî Serok Apo"
Birayê şervanê YPG'ê Boyat Bapîr Boyat jî wiha got: "40 salin em şehîdan didin. Lê êdî divê ev şer bi dawî bibe. 12 hevalên me bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Xwîna şehîdên me li erdê namîne."
Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Bedlîsê Nazîme Arvas jî bal kişand ser zext û hovîtiyên li gelê Kurd tên kirin û got: “Çeteyên DAIŞ'ê yên Kurdan û mirovahiyê qetil dikin leşkerên Erdogan û Davûtoglû ne. DAIŞ artêşa taybet a Tirkiyeyê ye. Heta Birêz Ocalan azad nebe Kurd jî azad nabin."
Piştî axaftinan cenazeyê şervanê YPG'ê Doner li Şehîdgeha Xerzanê hate definkirin û piştre cenazeyê Şervanê YPG'ê Boyat bi konvoyê birin gundê Musîrî yê Norşînê û wê li wir bê definkirin.