Şervanê YPG’ê yê Kerkûkî li Silûkê jiyana xwe ji dest da

YPG’ê, nasmaneya şervanê xwe yê bi navê Erdal Sorxwîn (Senger Ebdulhekîm) ê li Silûkê di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dabû, eşekere kir.

Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya şervanê xwe Senger Ebdulhekîm ê ku ji bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê, di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dabû eşekere kir.

YPG’ê wiha anî ziman: “Hevrêyê me Erdal Sorxwîn (Senger Ebdulhekîm) di sala 2015'an ji bajarê Kerkûk yê Başûrê Kurdistanê beşdarê tevgera azadîxwaz ya li Rojavayê Kurdistanê dibe û bi sekna biratî û dûrahiyên bajar û herêman ve sînordar nahêle. Erdal bi coş û cesarata xwe ku ji dîroka welatparêziya Kerkûkê werdigirt, li Rojavayê welat di gelek xebatên parastinê de bi serbilindî cihê xwe girt û mînakek ji hêza ciwan di rêveberiya şerê gelê şoreşger de zindî kir.”

YPG’ê ragihan ku di 18'ê Tebaxa 2016'an de dema şervanê wan Erdal li bajarokê Silukê li ser erka xwe yê parastinê bû di encama teqîna mayînekê gihişte asta şehadetê. Wêrektiya ciwanên Kurd nîşaneya serkeftin di vê rêya dûr û dirêj ya azadiyê de nîşan da.

Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) em bejna xwe bi rêzdarî li ber hemû şehîdên Rojavayê Kurdistanê ditewînin, di serî de ji malbata şehid û gelê Başûrê Kurdistanê em ji tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û soza bilindkirina xebatê wan yê rewa nû dikin.

Nasnameya şervanê YPG’ê yê jiyana xwe ji dest dabû wiha ye:

Nasnav: Erdal Sorxîn

Nav û Paşnav: Senger Ebdulhekîm

Navê Dayikê: Nahîde

Navê Bav: Hekîm

Cihê Jidayikbûnê: Kerkûk

Cih û Dîroka Şehadetê: Siluk / 18-08-2016