Şervanê YPG’ê yê Îngilîz Scurfield jiyana xwe ji dest da

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku şervanê YPG'ê yê Îngilîz Eric Konstandino Scurfield ê bi nasnav Kemal di operasyona Til Birakê de jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku şervanê YPG'ê yê Îngilîz Eric Konstandino Scurfield ê bi nasnav Kemal di operasyona Til Birakê de jiyana xwe ji dest daye.

Der barê mijarê de Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şoreşa mirovahiyê ya li Rojava bi rêvebertiya yekîneyên me û gel ji cîhanê re da îspatkirin ku şoreşa biratiya gelan e. Têkoşîna ji bo azadî û demokrasiya gel di bin tehdîda qirkirin û tinekirnê de derbas dibe. Her wiha bû sembola berxwedanê û şoreşa mirovahiyê, di heman demê de çavên cîhanê li xwe vekirin û tevlîbûn ji gelek neteweyan çêbû.

Berî vê me Pekrewan Bagok Serhed ku bi eslê xwe ji Awûstûralyayê ye û di şoreşa Rojava de tevlî nava refên pakrawanan bû, ragihandibû ku rêheval Bagok ji bo me bû sembolek ji sembolên me yên şoreşgerî. Îro em nasnameya Pekrewan Kemal ku ji Îngilîstanê tevlî nava şoreşa azadiya gelan li Rojava bû û destanên lehengî û mirovî têde dan diyarkirin, heta kêliya şehadeta xwe têkoşiya. Têkoşer  Kemal rastiya şoreşa Rojava şopand û bi beşdarbûneke xurt cihê xwe di nava Yekîneyên Parastina Gel de girt.

Rêheval Kemal di çalakiyên ku yekîneyên me li Kantona Cizîrê didin meşandin de, wekî milîtanekî rasteqîn beşdarî nava şerê li dijî çeteyan bû û berxwedaniyek bêhempa da nîşandan. Bi berxwedaniya xwe û tevlîbûna xwe ji cîhanê re da îsbatkirin ku rêya azadiya gelan bi berxwedan û têkoşînê bidest dikeve. Her wiha da diyarkirin ku êrîşên çeteyan ne tenê li ser olekê an jî ziman û neteweyekê ye, lê belê ti ol û neteweyan nas nake û şerê wan li dijî mirovahiyê ye .

Di dema dawiyê de têkoşer Kemal beşdarî Pêngava Til Hemîs a ku yekîneyên me ji bo rakirina gefa li ser Kantona Cizîrê dabû destpêkirin bû û bi ruhekî berxwedêr li ber xwe da. Bi berxwedaniya xwe re tirsek mezin xist nava dilê neyaran.

Her dem bi israreke mezin di çeperên pêş ên şer de bû û di hemû çeperên şer de qehremantiyek nîşan da ku bibe mînaka hêz û parastina xaka pîroz. Di 2’ê Adara 2015'an de beşadarî nava çalakiya ku li dijî bajarokê Til Berak û derdora wê hat lidarxistin bû û di encama pevçûnên dijwar de rêhevalê me Kemal heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe da û gihîşt asta şehadetê.

Em wekî Yekîneyên Parastina Gel ji raya giştî re diyar dikin ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li pey rêya şehîdan bin heta ku çeteyek di herêmê de hebe. Em dibêjin ku dilopek ji xwîna şehîdên me bi dehan kuştiyên dijmin nadin. Dîsa em sersaxiyê ji malbata Şehîd Kemal re dixwazin û ji tevahî gelê Îngilîstanê û gelê azadîxwaz dixwazin."

Nasnameye şervanê YPG’ê wiha ye:

Navê tevgerî: Kemal
Navê rast: Eric Konstandino Scurfield
Dayîk: Sasilki
Bav: Kiristofer
Cihê ji dayik bûnê: Îngilîstan
Cih û dîroka ji destdayîna jiyanê: 2- 3- 2015 Til Berak – Gundê Xizêla